Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Tirkiye, û DAÎŞ

14:05 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Şehab Xalidî

Piştî vê ku AKP’ê di Tirkiyê de deshilat bi dest ve girt, rûpeleke nû di têkiliyên siyasî û tîcarî ên navbera Îran û Tirkiyê de hate vekirin. Rejîma Îranê bi sedema vê ku têkiliyên wê bi welatên Ewropayî re, li ser pirsa navikî gellek lawaz bibû, lewra xwe nêzî Tirkiyê kir, û Tirkiye bû bi bazareke herî germ ji bo şandina neft û gaza Îranê, û Îran jî bû bzarek germ bo kalayên Tirkiyê.

Ji aliyekî din ve hemû demekê hem Tirkiye û hem jî Îranê, li ser bilavkirina modêl û şêweya deshilatdariya xwe di herêmê de, rikeberî hebûne.

Ew pêwendiya pirr ji evraz û nişîv a di navbera her du welatan de piştî gihîştina pêla serhildanên naskirî bi Buhara Erebî bo welatê Sûriyê, ber bi sarbûnê ve çû. Lê di van rojên dawiyê de, ew pêwendî ew qas sar bûne, ku Îran bi eşkere di dezgehên xwe yên ragehandinê de bas jî piştgiriya Tirkiyê ji DAÎŞ’ê dike.

Pêdagiriya herî zêde ya Tirkiyê jî li ser herifandina deshilata Beşar Esed çend qat zêdetir Îran nîgeran kiriye. Bi taybetî eva ku Tirkiyê dijayetî digel DAÎŞ’ê û alîkariya bi hevalbendiya navneteweyî re, girêdaye bi herifandina deshilata Beşar Esed û jinavbirina DAÎŞ’ê bi hev re. Ew şertê ku di rastî de ji bo hevalbendiya navneteweyî gellekî giran e.

Ji aliyekî din ve, serbarê vê ku rejîma Îranê ji hebûna deshilateke Kurdî di rojavaya Kurdistanê de aciz û nîgeran e, lê nemana Beşar Esed û bihêzbûna pêgeha opozisyona Sûriyê di Sûriye û Kurdistana Rojava de, tê wateya hiloşîna pira di navbera Îranê û girûpên terorîstî yên wekî Hizbullaha Lubnan û Hemas û ...hwd.

Lewra berjewendiyên her yek ji wan welatan di cihekî din de ye, û zehmet e ku ew pêwendî ew qas zû asayî bibin.