Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Gerek Rûsiye û Çîn bedelê bidin

13:59 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Seba piştgirîdana rejîma Beşar Esed, Wezîra Derve a Amerîkayê Rûsiyê û Çîn rexne kirin.


Wezîra Derve a “DYA”’ê Hîlarî Kilînton di civîna “Dostên Sûriyê” de seba piştgirîkirin ji rejîma Sûriyê, Rûsye û Çîn rexne kirin û got; “Divê Rûsye û Çîn li hember piştgirîkirin ji rejîma Beşar Esad bedelê bidin”.
Di civîna ku li “Parîs”a paytextê “Franse” birêve çû de, Wezîra Derve a Amerîkayê “Hîlarî Kilînton” di dijkiryarekê de li hember beşdarnebûna Çîn û Rusyê di civîna han de ew welat rexne kirin.
Kilîntonê diyar kir ku Mosko û Pekin piştgirî didin rejîma Esad, lê ji vê yekê tu tiştek bi dest naxin û got; “Ez bi aşkereyî bi we re diaxivm. Rûsye û Çîn piştgirî didin rejîma Esad û wusan dizanin ku qey ew ji bo vî karê xwe tu bedelan nadin. Ji bo vê yekê tenê rêyek heye, hewce ye gişt ew welatên li vir nuneratî hene, bikevin liv û tevgerê û karek bikin ku Çîn û Rûsye bedelê bidin. Ji ber ku her du welat nahêlin em ber bi pêş ve biçin.
Wezîra Derve a Amerîkayê herweha ji Şêvra Ewlekariyê a “NY” xwest ku ji alvakirina hikûmetek demkî ji Sûriyê re biryarekê derbixe.
Li hember de Rûsiyê ew gotinên Kilîntonê red kirin û got: “Li rewşek wuha de Rûsiyê piştgiriyê nade tu welatan.