Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên siyasî yên Kurd li hepsxaneya Urmiyê de dest bi gireva birçîbûna hişk kirin

14:32 - 14 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: 25 roj berxwedana gireva birçîbûna girtiyên polîtîk yên Kurd di girtîxaneya Urmiyê de hêj didome û rewşa silametiya wan girtiyane xirabtir dibe û berpirsên zîndanê jî ne guhê xwe didinê û ne bersiva wan girtiyane didin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Îro Yekşemî 14’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, 25 roj berxwedana gireva birçîbûna zîndaniyên siyasî ên Kurd di girtîgeha Urmiyê de derbas dibe û rewşa tenurustiya wan zîndaniyanane ber bi xirabûnê ve diçe û berpirsên hepsxaneya rejîma Îslmaî a Îranê li Urmiyê hêj tu bersivek bi wan girtiyane nadane.

Îro Yekşemî zîndaniyên siyasî yên Kurd li girtîgeha Urmiyê dest bi gireva birçîbûna hişk kirin û ragehandine ku heta daxwazên me nehên cîbicîkirin em dest ji gireva xwe bernadin.

Ji aliyek di ve, 85 kes ji jinên çalakvanên siyasî û medenî di daxûyaniyekê de piştevanî ji gireva birçîbûna girtiyên Kurd ên hepsxaneya Urmiyê kirin.

Di dirêjahiya vê girevê de rewşa saxlemiya hinek ji girtiyên siyasî yên Kurd ku di gireva birçîbûnê de ne, nebaş e.

Elîriza Resûlî, Sîrwan Nejawî, Yûsif Kakememî, Ebdulla Hemûdî, Mihemed Emîn Ebdullahî û Elî Efşarî û Şêrko Hesenpûr ji wan girtiyanene ku di gireva birçîbûnê de n ku rewşa saxlemiya wan nebaş e.

Ber bi xirabçûna rewşa silametiya Elî Efşarî, berpirsên girtîgeha Urmiyê naçar mane ku wî kesî bo nexweşxaneya derveyî zîndanê bibin, lê memûrekî girtîgehê bi temançê gefa kuştinê ji Elî Efşarî xwariye.

Hevdem ligel zext û givaşên li ser zîndaniyan, Mesûd Şemsnijad, parêzerê Kurd ê girtî di hefsa Urmiyê de, ketiye gireva birçîbûnê .