Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînara 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo li Silêmaniyê

14:55 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, ji aliyê nûneratiya PDK Îranê li Silêmanî û Navneda 1’a Kurdistanê semînarek birêve çû.


Semînara han bo birêzan “Bêhzad Xoşhalî” û “Seîd Saidî” hatibû lidarxistin.
Semînara han bi xwîndina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê destpê kir û her yek ji birêzan “Bêhzad Xoşhalî”, lêkoler û rojnamevan, û “Seîd Saidî” rojnamevan û çalakê siyasî, di pêwendî li gel taybetmendî û nêrînên Dr. Qasimlo peyvên xwe pêşkêş kirin.
Ji aliyê her du mêvanîn semînarê ve mijarên han ketin ber bas: Taybetmendiyên Dr. Qasimlo, basek li ser sosyalîzma demokratîk, Dr. Qasimlo wek ronakbîr û çalakek siyasî, Dr. Qasimlo zindîkerê PDK Îranê, Kurdistan di rojeva çalakî û xebata Dr. Qasimlo û hizr û ramanên Dr. Qasimlo de.