Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Ewlekar a rejîm welatiyekî Kurd bang kir

18:38 - 14 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanemdia: Di dirêjahiya şîpela gazîkirin û girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê, welatiyekî din yê Kurd li bajarê Sine bo navneda Îtilatê hat ganzîkirin.

Li gor rapora malpera kurdistanmedia, roja Şemî 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hemwelatiyekî Kurd bi navê Mêhrdad Emîn Wezîrî xelkê bajarê Sine bo Îdareya Îtilatê a rejîma Îslmaî a Îranê hat bangkirin.

Tê got ku ew kesa bi sebeba pişikdarîkirin di rêpêwîna piştevanîkirin ji Kobanê, hatiye gazîkirin.

Kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û medenî bilav kiriye ku Mêhrdad daxwaza navenda Îtilatê ku dibe soz bide di cîvînan de beşdarî neke, ret kiriye.

Emîn Ewzîrî sala 2011’an piştî girtina hêzên îdareya Îtilatê a rejîma Îranê û 32 roja di girtîxana Îtilatê a Sine de mabû û bi wesîqê hat azadkirin û piştre ji aliyê dozgeriya şoreş a Sine ve bi 5 sal zîndana telîqî hat mehkûmkirin.

Di wê pêwendiyê de roja pêncşemî, hêzên ewlekarî ên rejîma Îslamiya Îranê, ji riya Telefonê ve, welatiyekî Kurd ê bi navê Rêbwar Ebdullahî bo îdareya Îtilaatê a Sine bangkirin.

Welatiyê han piştî xwe nasandinê bi lez ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat binçav kirin. Çarenvîsa wî welatiyê Kurd û sedema binçav kirina wî, heya bo malbata wî jî, nehatiye zelal kirin. Tê gotin Rêbwar Ebdullahî kirêkar bûye û sedemên girtina wî ji nehatiye eşkere kirin.

Herwuha heya niha çarenivîsa du kedkarên din yên bi navên Ferdîn Mîrekanî û Ferzad Mûradîniya ku ji aliyê Îtilaatê a Sine ve pêştir hatibûn girtin, ne ron e.