Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senator Têd Kiruz: Dema vê hatiye êdî weke dijminek bi rejîma Îranê re mêze bikin

20:27 - 14 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Yek ji senatorên komarîxwaz yê Amerîkayê rejîma Îranê piştevanê sereke yê terorîzmê di cîhanê de wesfand û daxwaza helwêsteke micid ji civaka cîhanê li hember rejîma Îranê re kir.

Li gor raporta nûçegihaniya Kurdistanmedia, senator Têd Kiruz ku yek ji senatorên komarîxwaz yê Amerîkayê ji eyaleta Têrgizas e, di axaftina xwe de li avedankirina Hirîtîc ku nevendekî vekolîn û perwerdeya sereka a wî komarîxwazî bi komkirin û gelalekirina binema û hêla siyaseta giştî, rejîma Îranê piştevanê sereke yê terorîz li cîhanê û mezintirîn gefxwarin li ser cîhanê wesfand.

Têd Kiruz di axaftina xwe de xwazyarê ambargoyên pitir ên nû ji aliyê civaka cîhanî û bi xasmanî Amerîka di dijî rejîma Îranê bû.

Senatorê han yê komarîxwazê Amrîkayê di dirêjahiya axaftina xwe de tekez li ser kiryarên terorîstî ku ji aliyê girûpên weke Hizbullaha Lubnanê û rejîma Beşar Esed ve bi piştevaniya rejîma Îslamiya Îranê tê kirin, kir û ew rejîma mezintirîn tirs li ser cîhanê vexwand.

Têd kiroz herwuha di dirêjahiyê de ragehand ku dema vê hatiye ku rejîma Îranê weke dijmin mêze bikin.

Ji aliyek din a axaftina wî senatorî de pêşxistina gotubêjên Navikî şaşitiyeke mezin ragehand û got ku dibe zirara danustandinên Navikî ji aliyê girûpa 5 + 1 ve bê ragehandin, em her niha de gemaroyên aborî zêde bikin.