Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya roja pêşmergeyên Kurdistanê çalakiyên xebatkarên demokratê dirêje heyea

19:38 - 15 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta roja 26’ê Sermawezê roja pêşmergeyên Kurdistanê li bajarên Pîranşehr, Merîwan, Hewşar, Pawe, Urmiy û Şino a Kurdistanê çalakiyên berfireh birêve birin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, li bereberê roja 17’ê Çileya Pêşîn roja pêşmergeyên Kurdistanê, tekoşerên demokratên li bajarê Kurdistanê bi çalakiyên xwe li rojeke wuha dîrokî billind nirxandin.

Endamên PDKÎ evsal jî weke salên borî li bajar û bajarok û gundên Kurdistanê roja pêşmergeyên Kurdistanê bi rojeke dîrokî dan zanîn.

Pîranşehr

Endamên PDKÎ li bajarê Pîranşehrê li cih û mekanên weke: Şeqamên Dr. Qasimlo, Sahilî, Kanî Co, Pasdaran, 24 mêtrî, Mngor, Pîran, Mela Riza, kolanên Kaban, Îman, Tewhîd, Şîlan, Karnas, Koma, Nûr, Qedem Qelem, Rênas, Şewket, Rêbwar, Şebnem, Rêbaz, Golnar, Kewser, Mehmûdî, û herwuha dinav çenîn mizgeqt û medrise û sihên din de çalakiyên berfireh birêve birin.

Herwuha li gundên Fabrîkeya Qend, Bindrê, Kelekên, çalakiyên teblîxî birêve birin û 500 kurte nameyên teybet bi pêşmerge bo welatiyan şandin.

Merîwan

Şevên 10, 12 û 13’ê Çişeya Pêşîn a 2014’an, li gundên Ewîheng, Saliyan, Hûye û Serhûye a ser bi Merîwanê bi boneya roja pêşmergeyên Kurdistanê çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Hewşar

Evîndarên riya demokratê li devera Hewşarê bi hinceta 26’ê Sermawezê roja pêşmergeyên Kurdistanê çalakiyên berfireh birêve birin.

Li feleka şehîd Dr. Qasimlo, parka Lawan, feleka Şaryar, şeqama Sehend, hemû tax û kolanên Kuştargahê, derdora termînalê, xiyebana Ebdul Elîzade, kolana Qula Kendî, Dermanxaneya hejmara yek û du, mizgewta Camîe ya Kurdên Sayîqelayê û herwuha gundên Qazanlî, Hacîava, Axtepe, Qisqopî, Axacerî, Geraw û Qozlûyî, xebatkarên demokratê poster û tirakt bilavkirin.

Pawe

Roja 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an endam û alîgirên PDKÎ bi bilavkirina tirakt, CD û posterên teybet bi roja pêşmergeyên Kurdisyanê, ew roja bilund nirxandin.

Tekoşerên demokratê di nav kolan û taxên Pawê de çalekiyeke berfireh lidarxistin.

Urmiye

Şeva 14’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, evîndarên rêbaza Qasimlo û Demokratê bo hinceta roja pêşmergeyên Kurdisstanê, li devera Mirgewer û Tirgewer a Urmiyê çalakiyên berfireh birêve birin û ew roja dîrokî bilind nirxandin.

Gundên Haşimava, Nuê, Jarawa, Enbê, Nêrgê, bajaroka Dizê, Topizava, Giruwan, xwendingeh û dermanxaneya bajaroka Zêwe, Şeqlawa, Helec, Girik, Bêrasipê, Smgirkan navên wan cihanên bajarê Urmiyê bûn ku tarkt, postre û wêneyên taybet bi roja pêşmergeyên Kurdistanê hatine bilavkirin.

Herwuha ala Kurdistanê li bilindahiya bajaroka Dizê hat bilind kirin.

Şino

Li gundê Gundewêle endam û alîgirên PDKÎ çaakiyên tablîxî birêve birin û roja pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxandin.