Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamiya Îranê çek û teqemeniyan dide girûpa çekdarên Husî

15:56 - 16 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanemdia: Berpirsên Yemenê ragehand ku rejîma Îslamiya Îranê bo girûpa Çekdarên Şîe naskirî bi “Husî” yarmetî malî û çekan dişîne û halkariya wan girûpane dike.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, berpirsên welatê Yemenê ragehandine ku rejîma Îslamî a Îranê hertim mayête di karûbarê wî welatî de dike û niha jî tifeng û teqemeniya bo girûpa Çekdaên Şîe naskirî bi “Husî” dişîne û alîkariya wan dike.

Berpireskî welatê Yemenê da zanîn: Rejîma Îranê ji riya behrê ve çekan dixe dest girûpan û herwuha Mîlişiyan jî ji aliyê Hizbûllaha Lubnanê ve perwerde dike û herwusa di dirêjahiya gotina xwe de got rejîma Îslamî ya Îranê li ser wê bawerê ye ku serkevtina Husiyan bervajî rewşa Îraqê û Sûriyê zûtir digîje encamê û pevçûneke zor naxwaze.

Di wê pêwendiyê de jêderekî hayîdar li karûbarê Yemenê îlan kir: Girûpa Husî ji aliyê rejîma Îranê ve tê perwerde kirin û herwusa perwerdeya leşkerî bi wan re dike û wî çavkaniyê got ku rejîma Îranê bi riya Hizbûllaha Lubnanê halîkariya malî bi wan girûpane re dîşîne.

Berpirsekî payebilin yên rejîma Îslamî di wî varî de da zanîn ku Sipaha Quds a liqa derveyî sînorên Sipaha Pasdaran, sedan hêz li Yemenê heye ku Husiyên Yemenê perwerde dike û got ku nêzî bi 10 şêwirmendên leşkerî yê Îranî li Yemen alkariya malî û leşkerî bi wan girûpane dikin.

Sala 2013’an, paporekî rejîma Îslamiya Îranê tejî ji çek û teqemenî û mûşekên weke Katoşa Îm 122, mûşeka dûrhawêj, hawêne Mûşek û dûrbîna şevê û çendîn mûşekên din ji aliyê welatê yemenê ve dest bi ser de hat girtin.

Hikûmeta Yemenê hertim rejîma Îslamî ya Îranê bi piştevanîkirin bi Şîeyên wî welatî û ajawegerî di wî welatî de sûêdar kiriye û herwuha çendîn sîxurên din ên Sipaha pasdaran di wî welatî de hatine girtin.