Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

KCK’ê serdana PDKÎ’ê kir

19:46 - 16 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Heyetekî Koma Civaka Kurdistanê serdana Deftera Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê kir û tevî şandek ji PDKÎ hevdîtin lidar xist.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 15’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, şandekî KCK bi serpereştiya Ferhan Amara berpirsa pêwendiyên Kurdistanî ên KCK’ê li Herêma Kurdistanê, serdana Deftera Pêwendiyên PDKÎ di Hewlêrê de kir û ji aliyê şandekî PDKÎ bi serpereştiya Teymûr Mistefayî endamê Polîtbîroya PDKÎ pêşwazî ji wan hat kirin.

11658.jpg

Tewerên ku di hevdîtinê de hatibûne ber bas bi vî awayî bûn:
Gengeşekirina dawîn guherînên deverê û pîlanên ku li pişt girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê ve rûderûyê gel Kurd û destkevtên neteweyî bûne.

Di wê pêwendiyê de serbarê bilind nirxandina rola hêzên pêşmerge û YPG ji berevankirin ji xelkê û axa Kurdistanê û reaksiyon kirina pîlanên neyaran de karî pêgeh û bandora bizava demokrasîxwaz a Kurdistanê di şerê dijî terorîzmê de bixe rojeva cîhanî û bandoreke baş di asta hundir û navneteweyî de bo ber bi pêşçûna doza Kurd çê bike.

Di dîda wan şirovane û hestyarbûna rewş û bûyerên deverê, du aliyê hevdeng bûn ku hewceyî û zerûreta girêdana kongireya neteweyî di hemû demekê de zêdetir xwe dibîne û bo wî armancî hewceye derveyî wan berjewendiyên partî an parên Kurdistanê, belkî li ser binema hevpar û hevsengiya hemû parçên Kurdistanê, berjewendiya giştî a neteweyî, hemû hêz û aliyan di asta berpirsayetiya xwe de bi hevhizrî û hevkariya zêdetîr karîn kospên ser riya kongireya neteweyî wêde bidin û girêdan û jîngehekî li varê siyasî bo girêdana kongireya neteweyî û ber bi pêşbirina bizava Kurdistanê lidar bêxînin.