Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge îradeya vî gelê serbilinde ku tucar bin destî qebûl nekiriye (Mecîd Heqî)

15:21 - 17 Kanûna pêşîn 2014

Li despêka meha Mijdara (Xezelwer)e sala 2714a Kurdî de hêzek Pêşmerge li Başûra Kurdistanê li riya Bakûrê Kurdistanê çû Kobanê bo piştgirî li şervanên Rojava li hember êrişa teroristên DAÎŞ.

11665.jpg
Mecîd Heqî

Peşwaziya milyoniye xelkê Bakûrê Kurdistanê, hemî mîtolojiyên qehremanan li dîroka mirovaniyê zindî kirin. Rast li roja damezrandina Komara Tirkyê de Pêşmerge derbazî Bakûrê Kurdistanê bûn û bi milyonan Kurdistaniyan hatina Pêşmergan kirin e kernevala şahî û xweşiyan. Mirov bi dîtin dîmenên dilhejîne têkel bûna pêşmerge û xelkê li wê rojê de dikeve.... sirûda “Wa hatin Pêşmergên me” yê hunermendê mezine Kurd Şivan Perwer.

Dîroka Kurdan li 500 salên piştî perçe bûna Kurdistanê heya îro gelek serhildan, şoreş û tevger bixweve dîtine. Hemûcarê xortên Kurdan bi gorî kirina xwe, dara azadiya Nîştîman av dane. Lê tenê piştî damezrandina Hizba Demokrata Kurdistanê li gelawêja 1945an de hêza rizgar kirin û parastina destkewtên gelê Kurd li Kurdistanê pêkhat ku navê wê danîn Pêşmerge. Pêşmerge li wê rojê heya niha 70 sale bûye baskê herî bihêze gel ji bo xebata rizgarîxwazane, parastina destkewt û azadiya Kurdistaniyan li herparçeyeka Welat.

Pêşmerge û xebata Pêşmergan li dîroka Kurdistanê de xwediyê giraniyek taybete. Xebata Pêşmergan bandorek mezin li ser rêkxistinên siyasî, felsef..a xebat û xwe baweriya gelê kurd bi xwe heye. Ew hêza çekdar ku li xortên xwe bexş û fedakare gelê Kurd pêk hatiye bi pêşkeşkirina xwîna xwe û mezintirin sermayeya jiyanê wate giyanê xwe bûye hegera wê ku tevgera rizgarî xwaziye Kurdan li van 70 salên derbazbûyda pêwendiyek xwînî, atifî, hestî û çandî bi hev saz biket. Felsefeya Pêşmerge li her hêz û rêkxistinekê de be bila bibe, xwediyê armanceke hawbeşe: Rizgariya Kurdistanê.

Pêşmergayeti tenê bi dest girtina çek û xebata çekdarî nîne. Li heyam 70 salên derbaz bûyde li her çar parçên Kurdistanê bi deh hezara mirov bûne Pêşmerge, perwerde bûne û şêwaza jiyanek nû li ser bingeha felsef..a xebatkarî, azadîxwazî, jiyan dostî, jîngeh parêzî, rêz girtin li mafê mirov û yasamendiyek ku kerameta mirov biparêze fêr bûne. Pêşmerge bi wî awayî netenê xebatkarî û giyan fîdayiye ji bo pêşerojek bihêvî bo netewa Kurd, belkî şewazek li jiyanê ye. Îro dinava Kurdan de Pêşmergane jiyan, bi wateya jiyanek sade, bê xel û xeşş, dûr li direvan, rastgoyane û pak û dostane û mirov perwerî.

Pêşmerge û rêçkeya xebata Pêşmergayetiye gel xwe gelek diyarde û pêvajoyën nû bo naw civaka Kurdistanê xulqandin. Seha bawerî bûn bi xebata Kurdistanî, şikandina sinûrê nerît û edetên dest û pêgire eşîrî û bingehên abûriya gundewarî ferheng û çandek nû di nav keç û kurên Kurdistanê berhema xebata Pêşmergane.

Evîna Pêşmerge azadî û serbestiya Kurdistanê bû, lewma Pêşmerge evîna welat û seha welatperwerî li herderê Kurdistanê çandiye û kêm cîh heye li Kurdistanê Pêşmergeyek şehîd nebibe û kêm gund û çiyayên Kurdistanê hene, ku Pêşmerge têde hember dagîrkarên Kurdistanê xebat û berxwedan nekiribe.

Her gelek bixwaze dîroka Kurd û Kurdistanê bizane diviya destanên qehremaniya Pêşmergan bixwîne. Pêşmerge di vê mêzegehê de sembola berxwedana xelkê Kurdistanê ye.

Pêşmerge yekem hêza xwedî organîze bû ku li bin rêberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê de xebata wî ji bo armancek siyasî û bi gor zagon û bingehên siyasî bû. Tevgera rizgarî xwaziya netewa Kurd bi bûna hêza pêşmerge li hember asîmilasyon û siyaseta linav birina netewa Kurd û xapûr kirina Kurdistanê berxwe daye. Cilên Pêşmerge li hemû serdemên berxwedana siyasî de nimûneyek li bi pirensîb bûn û xwedî organizê û bawer bûnê bû. Ewa jî handerek bû bo gelê Kurd ku xwe organîze biken û baweriyê bi xwe rêkxistin û bi hevre bûnê bike. Netewa Kurd li Rojhelata Kurdistanê hertim sazî û organîzasyonên sîstematîk li dar û destê dewletë didîtin û xwe li wan diparastin. Çunkî organ û rêkxistinên dewletî ji bo asîmîlasyona Kurdan û dijberiya Kurdan pêk hatibû. Bi wî awayî dijayetî kirin û hember rêkxistinan rawestan rêyek bû li rêyên berxwedanê. Bi pêk hatina hêza Pêşmerge û berxwedana çekdariye Pêşmergan bin rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê çanda xwe baverî û hewcehiya xwe sazmandanê di nav xelkê Kurdistanê hat wejandin.

Bingeha damezrandina hêza Pêşmerge li serdema Komara Kurdistanê parastina kiyana siyasiye xelkê Kurde. Xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê a bingehîn xebatek medenî û bo mafê çare nivîsa gelê Kurd li Rojhelata Kurdistanê bo baştir kirina rewşa abûrî û pêşveçûna civakiya wê beşa Kurdistanêye. Gelek li rêberên bizava netewa Kurd xebata xwe li Pêşmergayetî dest pê kirine. Rêberê Kurd Dr. Qasimlo, Şerefkendî û piraniya Rêberên îroye Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê xebata xwe bi pêşmergayeti dest pê kirine. Lewma Pêşmergayetî mektebeke ji bo perwerdeya rêberên siyasî, gaveke ji bo bi hev anîna bingehên jiyana şoreşgêrane û hûmanîzma demokrat.

Gelê Kurd timî tim xwestiye pirsa xwe ya netewî li rêyên lewma rêberên siyasîye netewa Kurd li Qazî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendi haya rêberên nihaye bizava siyasiye gelê Kurd alîgirê xebata bê tund û tîjî, berxwedana medenî, xebata bi merce çîn û twêjên civaka Kurdistanê ne ji bo gehiştin bi mafên xwe yên mirovî û netewî. Pêşmergeyên şoreşgêr ji bo parastina bingehên mirovaniye gelê Kurd û rênedan li mehyan û ji nav çûna hetahetayie Kurdan dest bi çek birine dakû canê xwe fîda biken lê netwe û welatê xwe biparêzin. Gelek helbestvan, hozanvan, şaîr û nivîskaran Pêşmerge kirina sûjeya nivîsandin, sirûd û ahengên xwe. Şivan Perwer, Nasir Rezazî, Gulistan Perwer, Necmedîn Gulami, Ednan Kerim, Merziye Rezazî, Eyşaşan ü ... sirûdên pêşmerge kirine wêrda ser zimanê gelê Kurd.

Pêşmergayetî bingeha wekheviya civakî dinav gelê Kurd de sazdike. Li roja pêkhatina hêza pêşmerga heya îro, keç û jinên Kurdan çi wek piştîwan û alîkarê pêşmergan û çi bi cilên pir li şanaziye Pêşmergayetiyê kêç û kur bi hevre ji bo azadiya welat xebatê dikin û seha vekheviya civakî dinav gelê Kurd da dimeşînin.

Felsefeya diyarî kirina roja 26ê Sermawezê wek roja Pêşmergeyên Kurdistanê li aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi netewî kirina yek ji nirxên herî diyare netewa Kurd , ankû hêza pêşmerge û seha berxwedan û xebatkariya fedakarane dijî bindestiyê bû. Pêşmerge û hêza Pêşmerge îro rojê netenê nirx û behayek xebatkarî û partî û saziyek siyasiye, belkî nirx û behayek netewî û sembola parastin, xwebawerî û mirov dostî û jîngeparêziya xortên netewa Kurd û rêz girtin li felsefeya jiyana Azad û insaniye.

Pêşmerge ev hêzeye ku 70 sale ala rengîne Kurdistanê bi xwîna xwe ya sor parastiye daku keç û xortên Kurdistanê li pêşerojek Azad û Demokratîk de êdî ne hewce bît xwînê biden û bi Azadî li hember Ala sêreng bikevin rêze. Roja Pêşmerge li hemû Pêşmergeyên Kurdistanê Piroz bit.
Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.