Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bargeha polîtbîroya PDKÎ de roja pêşmergeyên Kurdistanê bilind hat nirxandin

18:32 - 17 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: 17’ê Çileya Pêşîn roja pêşmergeyên Kurdistanê li bargeha Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koye bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, bi beşdariya endamên rêberî, kadr û pêşmerge PDKÎ û Mesûd Tek sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Bakûrê Kurdistanê û mêhvanên din li roja çarşemî 17’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, rêûresma roja pêşmergeyên Kurdistanê li bargeha Defetra Siyasî a PDKÎ de bi rêve çû.

Rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurdistanê, dest pêkir.

Piştre bi navê desteya rêveberiya rêûresmên PDKÎ ji aliyê pêşkeşkarên rêresmê ve bixêr hatina amadebûyan hatkirin.
Paşan Rostem Cehangîrî endamê Polîtbîro û berpirsê Komîsyona Siyasî – Nîzamî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya roja pêşmergeyên Kurdistanê peyama xwe pêşkeş kir.
Piştî pêşkeşkirina peyamê sirûdekî şoreşgirane ji aliyê kora mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkekş kirin.

Hemû salan PDKÎ li roja 17’ê Çileya Pêşîn roja pêşmergeyên Kurdistanê xelata rêzgirtin bi wan pêşmergên ku 20 sal di nav refa tekoşerên PDKÎ dimînin pêşkeşî wan dike.
Evsal ew xelata ji aliyê Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ ve pêşkeşê 6 pêşmergeyên PDKÎ bi navên Nuredîn Sofîzade, Behmen Dêhqan, Hûsên Sitemdîde, Luqman Şêxanî, Hebîb Hesen Sifet û Cehangîr Etmanî kir.
Peyama Yeketiyên Jinan, Xwendekaran û Ciwanên Dekomra ên Kurdistana Îranê ji aliyê Celal Rewangerd ve hat pêşkeş kirin.

Piştre stranek Lurî ji aliyê Mehmûd Xezayî pêşmergê PDKÎ ve hat xwandin.

Di dawiyê rçûresmê de Hûwa Mihemedî bi alîkariya kora mûzîk a PDKÎ stranek pêşkeş kir.

Raporta peyamnêr Kurdistanmedia bas ji vê yekê dike ku Komîteya Pişder a PDKÎ, komîteya Bitwîn a teşkîlata eşkere a PDKÎ, hejmerek ji girtiyê siyasî yên Kurd li Mihabadê û Encumena Penaberên Sıyasî ên Îranê li Silêmanî bi vê bonê peyama xwe pêşkeşkirin.

Herwuha Arena Sine li hundirî Rojhilatê Kurdistanê helbestek bo merasimê şandibû.