Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li Norvejê tevî Ehmed Şehîd rûniştin kir

14:51 - 18 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Ezîm Elyasî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di welatê Norvejê de ligel Ehmed Şehîd rêporterê karûbarê mafê mirov li Îranê hevdîtin kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 17’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, nûnerê PDKÎ Ezîm Elyasî li Osloya paytextê Norvêjê, ligel Ehmed Şehîd rêporterê karûbarê mafê mirov li Îranê hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de basek li ser rewşa mafê mirov di Îranê de, binpêkirina mafên neteweyên Îranê ji aliyê rejîma celat a Îslamî, girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha Urmiyê û guhnedana karbidestên rejîma Îranê û çavdêrîkirina balvêzxaneya rejîma Îslamiya Îranê bi ser çalakiyên siyasî û medenî li derveyî Îranê, hatkirin.

Di vê rûniştinê de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hatkirin ku hecwe ye erkê xwe bi cî bigehînin û givaşan zêdetr bikene ser rejîma Îranê heya ku daxwazên wan girtiyane ku di gireva birçîbûnê de ne cîbicî bikin.

Herwuha li ser deverên mînrêjîkirî ên sinorî li Kurdistanê û Xuszistanê axavtin hatkirin û di vê navberê de Ehmed Şehîd got ku em bi micid li vê mijarê kar dikin û me hewceyî bi amareke sirust li ser qurbaniyên mayînê û gullebaran kirina hêzên rejîma Îslamî ya Îranê bi ser kolberan û hemwelatiyên sivîl heye û bê amadekirin.