Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangewazî/ Werin em dengê xwe ligel hawara gireva birçîbûyên Urmiyê bikin yek

20:02 - 18 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Sitokholm a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, bi armanca piştevanîkirin ji girtiyên siyasî ên Kurd yên li gireva birçîbûnê di hepsxaneya Urmiyê de, meşek lidar dêxîne.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, îro Pênçşemî 18’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, 29 li ser gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd di girtîxaneya Urmiyê de derbas dibe.

Raportên hatînî bilavkirin bas ji vê yekê dikin ku piştevanî ji gireva birçîbûna girtiyên Kurd di girtîgeha Urmiyê de li hundir û derveyî Îranê bikin.

Di vê pêwendiyê de komîteya Sitokholm a PDKÎ û komîteya Sitokholm a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, bangewaziyek bo birêve birina rêpêwînek li bajarê Sitokholm a welatê Swêdê, bilav kir.

Ew civîna demijmêr 2’ê paşnîvero hata 7’ê êvarê li roja Şemî 20’ê Çileya Pêşîn a 2014’an li meydana Sergêl a bajarê Sitokholmê birêve diçe.

11673.jpg