Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li Biljîkê beşdarî di roja alaya Kurdistanê de kir

20:06 - 18 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Cemîl Fethî ligel Monîk Simîtis hevkara beşa pêwendiyên PDKÎ li welatê Biljîkê, pişikdarî di roja bilind nirxandina alaya Kurdistanê de kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja 17’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Cemîl Fethî ligel Monîk Simîtis bi bangkirineke fermî a nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yeketiya Ewropa li Biroksêlê paytextê Biljîkê, beşdarî di roja bilind nirxandina alaya Kurdistanê kir.

Di vê rêûresmê de çendîn partî û aliyên her çar parê Kurdistanê beşdar bûn.

Di destpêkê de marşa neteweyî a Ey Reqîb hat xwandin û alaya Kurdistanê bilinkirin.

Paşan her yek ji wan aliyên pişikdarî li ser roja alaya Kurdistanê axavîn û rêz ji vê rojê girtin.