Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Navenda 3’a Kurdistanê rêz ji roja pêşmerge hat girtin

20:05 - 20 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanemia: Rêûresma roja pêşmergeyên Kurdistanê li Navenda 3’a Kurdistanê bilind hat nirxandin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, rêûresma 26\'ê Sermawezê roja pêşmergeyên Kurdistanê bi beşdariya mêhvan, kadr û pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Înê 19\'ê Çileya Pêşîn a 2014\'an, li Navenda 3\'a Kurdistanê birêve çû.
Ew rê û resma di destpêkê de bi xwendina sirûda neteweyî aEy Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê despêkir.

Piştre peyama Navenda 3\'a Kurdistanê ji aliyê “Kemal Xizrî endamê navedê û berpirsê perwerdeya Navenda 3\'a Kurdistanê ve hat xwendin.

Paşan sirûdek ji aliyê lawên navendê ve hat xwandin.

Peyama Yeketiyên Jinan û Ciwanên Dekomra ên Kurdistana Îranê û Cejnekanê ji aliyê Xalid Pçxamîve hat pêşkeşkirin.

Di wê navberê de hinek ji kadr û pêşmergên Navenda 3’a Kurdistanê hatin xelatkirin.
Di vê rê û resmê de çendîn sirûd û sitran ji aliyê korsa mûzîk a navendê û çendîn pexşan û helbes hatin pêşkeşkirin. Û bi govend û dîlanê dawî bi rê û resmê hat.