Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Navenda 1’a Kurdistanê roja pêşmerge bilind hat nirxandin

20:09 - 20 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma roja pêşmergeyên Kurdistanê li Navenda 1’a Kurdistanê bi rêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmdia, rêûresma 17’ê Çileya Pêşîn, roja pêşmergeyên Kurdistanê bi beşdariya mêhvan, kadir û pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Şemî 20\'ê Çileya Pêşîn a 2014\'ê, li navenda 1\'a Kurdistanê birêve çû.

Ew rê û resma di destpêkê de bi xwendina sirûda neteweyî aEy Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê despêkir.

Piştre peyama navenda 1\'a Kurdistanê ji aliyê Mistefa Pîranî’ ve hat xwandin.

Paşan sirûdek ji aliyê girûpa mûzîk a navena 1’a Kurdistanê ve hat pêşkeşkirin.

Peyama hevper a Lawan û Jinan a navenda 1\'a Kurdistanê ji aliyê Behar Rostemîve hat pêşkeşkirin.

Di vê rêûresmê de çendîn sirûd û sitran ji aliyê korsa mûzîk a navendê û çendîn pexşan û helbes hatin pêşkeşkirin.

Rêûresm bi govend û şadî bi dawî hat.