Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan girtiyên siyasî ên xwe bi tenê nahêle

13:45 - 21 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek ji çalakvanên sivîl û mafê mirov ên Kurd, bangewaziyek bo gireva giştî di Kurdistana Îranê de bi armanca piştevanîkirin ji girtiyên siyasî yên Kurd di hepsxaneya Urmiyê de bilavkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja Înê 19’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, bangewaziyek li jêr navê “Hemû tevî hev di 22’ê Çileya Pêşîn de, dibîne dengê girtiyên siyasî yên Kurd” li medyayên cur ba cur de bilav kirin ku bi vî awayê hatiye: Nêdeyî mehekê ye ku 29 zîndaniyên siyasî yên Kurd di girtîxaneya Urmiyê de, serbarê gefên berpirsên ewlehî û girtîxanê, dest bi gireva birçîbûnê kirin û berdewam daxwaza cîbicî kirina kêmasiyên di zîndanê de kirin.

Di dirêjahiya wê bangewaziyê de ku ji aliyê bikarhênerên torên civakî ve pêşwaziyeke germ jê hatiye kirin, bi giştî ji hemû xelkê Kurdistanê, navend û rêxistinên mafê mirov, çalakvanên sivîl û siyasî û partiyên siyasî yên Kurd daxwaz hatiye kirin ku ji girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha Urmiyê de piştevanî bikin.

Herwuha di dirêjahiya wê bangewaziyê de roja Duşemî 22’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, weke roja hevdeng û hevdilî tevî girtiyên siyasî yên Kurd li hepsxaneya Urmiyê hatiye ragehandin ku daxwaz ji xelkê hatiye kirin ku tevî gireva giştî li Kurdistana Îranê, bi îradeyeke neteweyî û hevdengî a gelê Kurd bo hamiyan re û rejîma Îranê bidin zanîn.

Bazarên nav bajarên Kurdistanê bên daxistin, xelk nehên nav bajar û kolan û şeqaman û bazaran, xelkên gundên Kurdistanê ji hatina bo bajêr xwe biparêzin û çalakvanên medenî, siyasî, civakî û wêjeyî ên Kurdistanê sê roj dest bi gireva birsîbûnê bidin, Kurdên akinciyên welatên Ewropa ji rêxistinên navdewletî û seqaya mafê mirov a parlemantoya wan welatan ku rûniştiyên wir in, daxwaza pêşwazîkirin ji vê bangewaziyên bikin.

Yeketiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, weke rêxistina xwendekarî, di daxûyaniyekê de ji wê bangewaziyên pêşwazî kiriye.

Gireva birîçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd di hepsxaneya Urmiyê bervara 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an dest pê kir û serbarê rewşa nebaş a saxlemiya hinek ji wan girtiyane û gefên berpirsên zîndanê herwuha dirêje heye.