Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlêr/ Nûnerê PDKÎ di civîna partî û aliyên siyasî ên Kurdistanê de pişikdarî kir

20:16 - 21 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di civîna partî û aliyên siyasî ên Kurtdistanê de li Hewlêrê, derheq bi gireva girtiyên siyasî yên Kurd, beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 20’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, civînekî berfireh a partî û aliyê siyasî yên Kurdistanî ku bi giştî 65 rêxistin bûn, di holêta Çarçira a Hewlêrê de hat lidarxistin û Mihemed Nezîf Qadirî endamê Polîtbîroya PDKÎ di vê civînê de beşdar bû.

Pirogirama karî a civînê pêk hatibû ji helsengandina rewşa siyasî a Bakûrê Kurdistanê û çawaniya pêşbirina piroseya aştî a Kurd û dewleta Tirkiyê, hewldana wêdebirina navê PKK bi nav lîsteya terorê û azadkirina Ebdulla Ocelan serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Di pêwendî ligel Rojavayê Kurdistanê, basek li ser xebat û berxwedana xortên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û encama lihevkirina Dihokê ji aliyê partî û rêxistinên wî para Kurdistanê, hat pêşkeşkirin.

Di vê raportê de li ser Rojhilatê Kurdistanê jî, siyaseta qirêj a rejîmaÎslamiya Îranê li hember pirsa neteweyî û binpêkirina mafê mirov di Rojhilatê Kurdistanê û girtin û darvekirina çalakvanên siyasî û sivîl basek bû ku ji aliyê nûnerên partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hat pêşkeşkirin.

Nûnerên partî û aliyên siyasî tên Kurdistana Îranê li ser gireve birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd di girtîxaneya Urmiyê axaftinek kirin û helwêsta siyasî û şoreşgirane û bilind nirxandina wê xweragiriyê û marala wan girtiyane û daxwaz ji parî û aliyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ew siyaseta rejîma celat a Îslamiya Îranê protesto bikin û bi hawara wan zîndaniyane ve biçin ku canê wan ji aliyê rejîma Îranê ve di metirsiyê de ye.

Herwuha di pêwendîligel Başûrê Kurdistanê jî amadebûyên civînê, xebat û tekoşîna hêza pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê bilind nirxandin û piştevaniya polîtîkane ji siyaset û helwêstên serokê Herêma Kurdistanê derbirîn û peyama hevxemî bo malbatên şehîdên serbilindên pêşmerge ên canê xwe bextê kirine, kirin û hêwiya serkevtina zêdetir bo wan bi hêvî xwastin.

Mihemed Nezîf Qadirî siyaseta PDKÎ li ser rewşa Kurdistana Îranê û rewşa Kurd di wê para Kurdistanê de anî ber bas û li ser hewlên PDKÎ bo hevkarî û hevxebatî ligel parçên din ên Kurdistanê û tekoşîna berdewam a partê bo lidarxistina kongireya neteweyî a Kurd li ser binemayên rastîn ku bikare zimanhalê pirsa Kurd di hemû parê Kurdistanê be axaftin kir ûcarek din li ser siyaseta PDKÎ tekez kir.

Di dawiya civînê de hejmarek rapirsî bo kombûna pêşerojê hatin ber dîda amadebûyên civînê û bû bi bernameya karî a civîna pêşerojê a partî û aliyê siyasî.