Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd bo hepsxane hat veguhastin

15:02 - 22 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurdî xelkê Dîwanderê ji aliyê liqa rêveberiya cezayan a dozgeriya rejîma Îranê bangkirin û piştre bo girtîgeha navendî a Sine veguhastin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Şaho Mehmûdî, welatiyê Kurd xelkê Dîwanderê ji aliyê dadgeha rejîmê ve hat gazîkirin.

Şaho Mehmûdî kurê Elî Mehmûdî, ji destpêka îsal ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Îranê ve hat girtin û piştre ji aliyê dadgeha Înqilabê ve bi tometa haîkarîkirin tevî partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê hat sûçdarkirin û 4 mehan girtîgeha tezîrî bi ser de hat sepandin.