Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gireva girtiyên siyasî yên Kurd dirêje heye û canê wan di metirsiyê de ye

19:35 - 22 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd di girtîxaneya Urmiyê dirêje heye û piştî 33 rojan ji gireva wan girtiyane, rewşa saxlemiya wan xirabtir dibe.

Li gor rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia û pişt girêdan bi çavkaniyên hayîdar, cudakirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê berpirsên girtîxanê ve, zîndaniyên Kurd razî nekirin û li ser gireva xwe micid in.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa tekez li ser dirêjedana gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd di hepsxaneya Urmiyê de kiriye.

10169.jpgGirtiyên siyasî yên Kurd li zîndana Urmiyê di 33’emîn roja xwe de ne û îlan kirine ku heya daxwazên me nehên cîbicî kirin em dawî bi wê girevê nahînin

Roja derbasbûyî nûçeya dawî anîna gireva birsîbûna girtiyên siyasî yên Kurd di nûçegihanan de hatin bilavkirin ku bû sedema bilavbûna nûçeya nerast ji aliyê çend saziyên berevanîkirin ji mafê mirovan di derveyî Îranê de.

Roja borî di demekê de nûçeya dawî anîna gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd di medyayan de bi awayeke narûn hat bilavkirin ku ji aliyê hejmarek ji çalakvanên siyasî û sivîl bo derbirîna narizayetî, bangewaziye bo gireva giştî li Kurdistanê bilav kiribûn.

Kempêyîna “Îro Urmiye dilê Kurdistanê ye” handerê bangewaziya gireva giştî li Kurdistanê bû.

Hinek ji wan partiyên dijberî rejîma Îslamiya Îranê bi bilavkiirna daxûyanî piştevanî ji vê bangewaziyê kiribûn.

Yek ji çalakvanên wê kempêyînê bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Nûçeya dawî anîna gireva birsîbûna zîndaniyên siyasî yên Kurd li girtîgeha Urmiyê, tenê yek roj pêş bangewaziyê her bo xapandin û xelitandina gireva giştî a li Kurdistanê bilav kirin.

10170.jpg
penase-wene>Rewşa aloz a li şeqama nêzî girtîgehê û hundir û derveyî girtîgeha Urmiyê ku zîndaniyên siyasî yên Kurd di gireva birçîbûnê de ne

Îro nûçeya rewşa nebaş a saxlemiya hejmarek ji girtiyên siyasî yên Kurd ku di gireva birsîbûnê de ne bi destê malpera Kurdistanmedia gihîştiye ku bas ji veguhastina çend girtiyên siyasî yên Kurd bo nexweşxana girtîxanê dike.

Girtiyên ku bo nexweşxanê veguhastine ji sêromê mifah wernegirtine û bo bendê veguhastine û wan soz û erênên berpirsên girtîgehê bi direv hesibandine ku xwazyarê cîbicîkirina daxwazên xwe ne û daxwaza balhevbirina hemû zîndaniyên siyasî yên Kurd kirine.

Îro nûçeya daxistina dûkan û bazaran û nehatina ser şeqamam ji hinek bajarên Kurdistanê bi malpera Kurdistanmedia gihîştiye.