Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi gulleyên hêzên rejîm hat kuştin

14:45 - 27 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê Selmasê, bi sedema gulleyên raste rast ên hêzên rejîma Îslamiya Îranê, hat kuştin.

Li gor nûçegihaniya Kurdpa, roja Duşemî 22’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Azad Etmanî temen 30 salî û xelkê gundê Dişwan a ser bi Selmasê bi gulleyên hêzên rejîma Îslamî a Îranê hat kuştin.

Azad bi sedema dabîn kirina debara jiyana xwe mijûlê karê kolberiyê li ser sînorê navbera Îran û Tirkiyê bû ku kete ber êrîşa hêzên rejîma Îranê û di encam de hat kuştin.

Hêzên Întizamî yên rûniştî li bargeha tibûxî a gundê Birûş Xwaran ya ser bi devera Kosar ew kolbere dane ber gulleyan.

Salane hejmeke zaf ji hamwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê bi awayeke enqest an emdî dibine armanca guleyan û di encam de tê kuştin an birîndarkirin.