Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî Kurd bi 3 salan hat mehkûmkirin

15:35 - 27 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Xebat Mengurî çalakvanê sivîl ê Kurd, xelkê Mihabadê ji aliyê dadgeha Şoreş a rejîma Îslamî ya Îranê bi sê salan girtîgeha Tezîrî hat mehkûmkirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia, Xebat Mengurî, çalakvanê medenî ê Kurd ku beriya niha bi mehekî ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îslamiya Îranê ve hatibû binçavkirin û çarenivîsa wî ne zelal bû, bi 3 sal cezayê hepsê hat mehkûm kirin.

Xebat Mengurî temen 30 salî û bi tometa pişikdarî kirin li xwenîşandana beriya niha bi mehekî seba bertek dana bajarê Mihabadê nisbet bi Navenda Deng û Rengê wî baja hatibû girtin.

Heya niha sedemên binçavkirin û tometa wî çalakvanê kurd nehatiye eşkere kirin lê tê gotin ku ew bi tometa “têkdana ewlekarî a neteweyî” hatibe mehkûm kirin.

Pêştir jî Xebat Mengûrî bi tawana beşdarî kirin di xwenîşandanên destak kirina berxwdana Kobanê de, bo heyamê 24 demojmêran, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê we hatibû binçavkirin.

Piştî pirsnameya Navenda Deng û Rengê Mehabadê derbareya rêjeya hezkirina sitran bêjên Kurd û Faris (cem welatiyên Mehabadê), çalakvanên sivîl û hunermendên Kurdistanê ew kiryar, bêhurmetî û sivik kirina hunermendên Kurd destnîşan kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Pirsname derbareya dengbêjê nevdar û berê yê Kurd, Hesen Zîrek û dengbêjên “Pop” ên Faris , Muhsin Yêgane û Murteza Paşayî de birê ve çû bû.