Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Rojhilatê Kurdistanê de 1280 haletên binpêkirina mafên mirovan di 9 mehan de qewimîn e

20:21 - 27 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi jiheçûyîna berçav a binçavkirina hemwelatiyên Kurd di heyamê sê mehên Payîza evsal de, haletên hatinî tomarkirin ên binpêkirina mafên mirovan di Kurdistanê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi 1280 heletan gihîşt.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia û pişt girêdan bi amarên ku ji aliyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa ve hatiye bilavkirin, haletên binpêkirina mafên mirovan di Rojhilatê Kurdistanê di demsala Payîza 1393’an a Rojî de, herkêm 604 halet jihelçûye û ewa ji di demekê de ye ku di heyamê 6 mehên destpêka evsal de 676 haletên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê rû dane.

Li gor amara han, di 9 mehên destpêka evsal 451 helatên girtin, 331 haletên bangkirina welatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî ên rejîma Îranê, 50 haletên sepandina cezayên zîndanê an cezaya nexdî, 96 halet kuştin û birîndarbûna welatiyên Kurd bi gulleyên hêzên rejîm, 42 haletên kuştin û birîndarbûna hevwelatiyên Kurd bi sedema teqînên mayînên çandî ên serdemên şerê rejîma Îranê û Îraqê, di Rojhilatê Kurdistanê de rû dane.

Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa di pêwendî ligel girtiyên siyasî û eqîdetî vê yekê eşkere dike ku di 9 mehan de 150 haletên girevgirtin, 44 haletên veguhestina girtiyan bo girtîxaneyên din an jûra take kesî, 64 haletên pêre negihîştina pizişkî, 12 haletên eşkencê, lêdan û bêrêzîkirin, 3 haletên givaş xistin bi ser malbatan, hatiye tomarkirin.

Di 9 mehên borî de xwendekar û mamostayên Kurd jî weke hemû nifşên din ên civakê bi awayeke sîstematîk mafê wan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye zewtkirin û di wê pêwedniyê de 5 haletên bêparkirin ji xwendina xwendekarî û haleteke derkirina mamosta di zanîngehê û herwuha 5 helatên derkirina xwendekaran ji xevtingeha wan, rû dane.

Di heyamê 9 mehên sala 1393’an a Rojî, 26 haletên din ên binpêkirina mafên mirovan wek 6 heletên mirin û kêm endamî bi sedema xemsariya pizişkan, xemsariya kadrên dermanî ên nexweşxanê û çendîn haletên din ku rejîma Îslamiya Îranê binpê kirine ku ji aliyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa ve hatiye tomarkirin.