Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 9 mehan de 832 hemwelatiyên Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin, bangkirin û mehkûmkirin

14:04 - 29 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê 9 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî de, 832 haletên girtin, gazîkirin û cezadana welatiyên Kurd hatiye tomarkirin û herwuha binpêkirina mafên mirovan ji aliyê rejîma kevneşop a Îslamiya Îranê ve her berdewam e.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di demsala Payîzê de tepeserkirina mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûye.

Raporta han bas ji vê yekê dike ku di heyamê 9 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî de, 832 haletên bangkirina wekatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî, girtina welatiyên Kurd ji aliyê navendên Îtilatê û zêrevanî û parastina Îtilata Sipaha Pasdaran û herwuha cezekirina hevwelatiyên Kurd ji aliyê dezgeha dadwerî ve rû dayîne.

Li gor raporta ku ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kiriye ku di 9 mehên yekema evsal de haletên binpêkirina mafên mirovan di Kurdistana Îranê de gihîştiye 1280 haletan.

Ew raporta amarî ku ji aliyê ajansa Kurdpa ve hatiye bilavkirin, girtin, bangkirin, cezadan, kuştin û birîndarbûna hemwelatiyên Kurd bi sedema gulleyên raste rast yên hêzên rejîma Îslamiya Îranê û teqîna mîn û herwusa binpêkirina mafê girtiyên siyasî û eqîdetî ji aliyê rejîm û herwuha mirin û kêm endamî bi sedema xemsariya pizişkan, xemsariya kadrên dermanî ên nexweşxanê û bêparkirin ji çalakiyên olî, dûrxistina welatiyên Kurd bo bajareke din û derketina naçarî a çalakvanên sivîl li Îranê û herwuha binpêkirina mafê xwendekaran û mamostayên zanîngehên Kurd, bi xwe ve digre.