Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

21 qas ji nifûza girtiyên Îrana li jêr sîbera rejîma Îslamî zêde kiriye

15:42 - 29 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmdia: Nifûza zîndaniyên Îranê piştî şoreşa gelên Îranê li sala 1357’an a Rojî, ji 10 hezar kes ve bo 210 hezar kes zêde bûye.

Li gor rapora îsna û pişt girêdan bi amarên dezgeha dadwerî a rejîma Îslamiya Îranê, herî kêm 210 hezar zîndanî di girtîxaneyên Îranê de ne.

Jihelçûna hejmara girtiyên Îranê bo 210 hezar kesan di demekê de ye ku pêş şoreşa sala 1387’an a Rojî, li Îranê tenê 10 hezar zîndanî hebûne.

Niha Îranê di rîza 10 welatên cîhanê de yekeme ku hejmara girtiyan li serê ye.

Nifûza 210 hezar kesî a zîndaniyên Îranê di demekê de ye ku bi gotina serokê saziya girtîxaneyên rejîma Îranê, tenê cihê 100 hezar kesan di wan girtîgehane de heye.

Nifûza girtiyan di girtîgehên Îranê de zêdetir bûye û wusa kiriye ku rewşa wan girtîgehane aloztir bike û zêdetir givaş bixe ser girtiyên siyasî.