Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqîna mîn û gulleyên hêzên rejîm 138 welatiyên Kurd bûne qorbanî

18:50 - 29 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rewşa mafên mirovan di Kurdistana jêr rikêfên rejîma Îslamî ya Îranê de her roj xirabtir dibe û 138 hemwelatiyên Kurd di 9 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî de bi gulleyên hêzên rejîm û mayînên çandî hatine kuştn û birîndar kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistnmedia, di heyamê 9 heyvên destpêka sala 1393’an a Rojî, 44 welatiyên Kurd di encam gulleyên raste rast yên rejîma Îslamiya Îranê û mayînên çandî yên serdemê şerê navbera Îran û Îraqê hatine kuştin û 94 kes ji bi wî sedemî hatine birîndarkirin.

Li gor raporta han, di wan 9 mehande de 20 kolber bi gulleyên hêzên rejîm hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.

Herwuha 15 welatiyên Kurd li ser rê û banan bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyek din we di nav wan 9 mehane de 9 kes bi mînên çandî yên serdema şerê 8 salî yê Îran û Îraqê, hatine kuştin û 33 kes jî bi wî sedemî birîndar bûne.

Ew amarane vê yekê eşkere dikin ku di demsala Buharê 43, Havîn 54 û Payîzê de 41 kes ji welatiyên Kurd di Kurdistana Îranê de bi sedema gulleyên rejîma Îranê û mînên çandî hatine kuştin û birîndarkirin.

Di dirêjahiya binpêkirina mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve, di 9 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî de, 1280 haletên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê ji aliyê ajansa Kurdpa ve hatiye tomarkirin.