Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê bi hecetên cur ba cur lêgerîn ji malê welatiyên Kurd dikin

19:49 - 30 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê bi hinceta hebûna tifengên nasayî û mahware, heyamê meheke di gundên Rajan û Geliyê Banê a ser bi devera Tirgewer û Deştê ya bajarê Urmiyê, mala hemwelatiyên Kurdistan digerin û bêrêziya xelkê dikin.

Li gor raporta peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, li gundên Rajan û Geliyê Baniyê hêzên Întizamî yê Henga sînorî a Rajanê û hêzên sêriya Rajanê a rejîma Îslamî ya Îranê, kêmtir ji meheke ku bi biyanoyên cur ba cur û bi hinceta hebûna çeka nasayî û setelayît û dîş şev û rojan bi bê muhleta yasayî û berçavgirtina dem êrîş dikene ser wan du gundane û malên welatiyên lêgerîn dikin.

Hevwelatiyekî hayîdar ji wê mijarê bi peyamnêr malpera Kurdistanmedia ragehandiye ku ew hêzane bi halîkariya xwefiroşan û besîcên gundan dirijine nav malên hemwelatiyan.

Di dirêjahiyê de jêderê han got: Hêzên rejîm gef ji welatiyan dixwen ku an tên girtin û an jî dibe bêjin ku kê çik an alavên nayasayî di mala xwe de heye, û herwuha got ku di heyamê çend rojên borî de hêzên Întizamî yên rejîm çûbûne nav gundên Xuşako, Zengilan, Sulk û Çimaniyanê û çendîn demijmêran di nav wan gundane de mabûn û malên wekatiyên Kurd lêgerîn kiribûn.

Navnedên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê bi heceta komkirina mahwareyan û çekên nayasayî di Rojhilatê Kurdistanê de mala welatiyên Kurdan digerin û di vê pêwendiyê de mehek berî niha li Sayîngelayê hêzên ewlekar ên rejîm bi hinceta hebûna tifengên nayasayî lêgerîn ji malên welatiyên Kurdistan kiribûn.

Lêgerîna mala hemwelatiyan di demekê de ye ku li gor madeya 96 a yasaya olî a dadweriya tawanê ku lêgerîna mal û dûkanan di demekê de tê kirin ku şikeke rastîn li ser sûçdar û alavên sûçdar di wan mekanane de hebe.

Herwiha çûna nayasayî û bê muhlet bo nav mala hemwelatiyên Kurd li Kurdistan, ji aliyê hêzên Ewlehî ên rejîm di demekê de ye ku di madeya 100 a yasayî a olîa dadwerî a tawan de hatiye: Lêgerîn malan di roj de tê kirin û di şevê di demekê de ku hewce be û dadwer di meclisê de wê biryarê bide.