Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê wefat kir

19:34 - 31 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Qadir Şebanî bavê şehîd Mûsa Şebanî, şehîdê riya rizgariya Kurdistanê, di temenê 88 saliyê de li gundê Gêsyanê ya ser bi bajarê Urmiyê, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 30’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Qadir Şebanî bavê şehîd Mûsa Şebanî, şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di temenê 88 saliyê de li gundê Gêsyan a ser bi bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Navbirî kesekî hezkirî, welatperwer û gellek hez ji PDKÎ’ê dikir û bi wî sedemî du caran li salên 1360 û 67’an a Rojî bi sûça alîkarîkirin tevî PDKÎ ketiye girtîxaneyên rejîma Îranê de.

Şehîd Mûsa Şebanî sala 1340’an a Rojî di malekî nîştemanperwer de ji dayîk bûye û navbirî pêşmergeyê PDKÎ bûye ku sala 1359’an a Rojî di şerekî qehrimanane de hatiye şehîd kirin û terbê wî di nav goristana Baxê Rizwan de definandin.

Termê Qadir Şebanî di nav apora kes û karê wî li gundê Gêsyanê teslîmê axê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe ji kes û kar û malbata wî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.