Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê giştî yê PDKÎ bi hinceta roja ji dayîkbûna pêxemberê Îslamê pîrozbahî ji xelkê Misilman kir

13:33 - 3 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya ji dayîkbûna pêxemberê Îslamê, peyameke pîrozbahiyê ji Misilmanên Rojhilata Kurdistanê kir.

Deqa peyamê wuhaye:

Bi hinceta salvegera ji dayîkbûna pêxemberê Îslamê, Hizretê Mihemed, pîrozbahî ji hemû Misilmanên cîhanê û bi xasmanî xoşk û birayên Kurd ên Misilman di Rojhilatê Kurdistanê dikeyîn û hêviya jiyaneke xweş û geş û aştî û aramî bo hemû aliyekê dixwazîn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî

2’ê Çileya Paşîn a 2015’an
12’ê Berfbaran a 1393’an a Rojî