Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyamê 5 salan de xerca malbatên Îranê du hember bûye

15:02 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurditsnamedia: Li gor dawîn amarên bankê Navendî, rêjeya nisbî a xerca salane a malbatên Îraniyan ji salên 2006’ heya 2010’an, ji 7’milyon bo 14’ milyon tûmenan zêde kiriye.


Di rapora bankê Navnedî de sebaret bi rêjeya nisbî a xerca salane ya malbatên Îranê de hatiye, rêjeya han di sala 2009’an pêtir ji 12.7 milyon tûmen, sala 2008’an 11.5 milyon tûmen, sala 2007’an pêtir ji 9.8 milyon tûmen û sala 2006’an jî 7.7 milyon tûmen bûye.
Rêjeya nisbî a xerca malbatên Îranî li sala 2010’an li hember sala 2009’an, 11 ji sedî zêde kiriye û sala 2009’an li hember 2008’an, 10 ji sedî zêde kiriye.
Li gor rapora “Îsna”, pêtirîn rêjeya xercan di sala 2010’an di warê avahiyan, av, elektirîk, gaz û şewatên din bûye û 30 ji sedî a gişt xercan ji xwe digre.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo