Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorên Kurdistanê 4 kes bi gulleyên hêzên rejîm bûne qorbanî

14:39 - 4 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd bi gulleyên raste rast yên hêzên rejîma Îranê hat kuştin û 3 hemwelatiyên din ji bi tundî hatin birîndarkirin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, roja Şemî 3’ê Çileya Paşîn a 2015’an, bi sedema gulle reşandina hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê bi ser kolberan û devera sînorî ya Kurdistanê ji 10 kîlomêtriya derveyî Kirmanşanê bo Sine û sêriya Qazancî, tirombêla du welatiyên Kurd kete ber gulle avêtina hêzên Întizamî û di encam de Kurdek bi navê Secad Guderzî kurê Seîd hat kuştin û yê din ku navê wî Nebez xelkê gundê Tîleko a ser bi bajarê Kamyaranê û ji sernişînên wê tirombêlê bû, bi tundî hat birînda kirin.

Sezad Guderzî temen 24 salî û xelkê gundê Zîwye ya bajarê Kamyaranê bû ku bi sedema gulleyên hêzên Întizamî hat kuştin ku heyameke kurt e jiyana hevpar pêk anîbû.

Herwuha hêzên rejîma Îranê teqe ji kolberên ser sînorên bajarê Merîwanê kirin û du kes ji wan kolberane bi tundî hatin birîndarkirin.

Ew bûyer ku roja Înê 2’ê Çileya Paşîn a 2015’an qewimî, 2 kolber bi navên Bextiyar xelkê gundê “Şaranî” û Mehmûd xelkê gundê “Qutuwend” birîndar bûn ku Mehmûd bi sedema giraniya birîna wî bi nexwşxaneyê hat veguhezrtin.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa, hêzên leşkerî ên rejîma Îslamiya Îranê, li nêz gundên,“Sawcî” û “Mêrgedirêj” gulle bi ser kasibkarên Kurd reşandibûn.

Hêzên leşkerî ên rejîma Îranê, hevdem ligel birîndar kirina wan 2 kolberane, 10 kolberên din jî binçav kirin ku heya niha jî çarenivîsa wan nehatiye zelal kirin.