Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin girtin

15:58 - 4 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: 4 lawên Kurd ji aliyê hêzên navenda Îtilatê a Miyandabê û 3 keçên xwendekar li Teharnê bi destê hêzên Ewlekar yên rejîma Îranê hat girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmdia, roja Pênçşemî 1’ê Çileya Paşîn a 2015’an, hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamiya Îranê li Tehranê êrîş kirine ser mala xwendekarên keç û binçavkirin.

Ajanasa nûçegihaniya Kurdpa nasnameya wan 3 keçane “Şîlan û Kewser Rehmanûpûr xelkê Bokanê û Çinûr Ebasî xelkê Sine” ragehandiye û herwuha eşkere kiriye ku ew sê xwendekarane bo ciheke nadiyar veguhastine.

L”i gor raporta han, ew sê keçe xwendekare, du heftî berî niha tevî 18 çalakvanên sivîl û mafê mirov ên din yê Kurd, seba rewşa jinên çalak yên varê siyasî û wêjeyî yên Kurd ku di girtîgehên Îranê de ne, nameyek bo Xamineyî rêberê rejîma Îslamî ya Îranê û komîsyona eslî 90 a meclisa Îranê şandibûn.

Di wê pêwendiyê de, di dirêjahiya pêla girtina ciwanên Kurd li Kurdistan ji aliyê hêzên Ewlekar yên rejîma Îranê ve, 4 welatiyên Kurd bi navên Silêman Kurdî kurê Rehman, Keywan Tehazade kurê Osman, Kemal Ehmedîzade kurê Rehîm xelkê gundê Gamîşgolî a ser bi devera Aleşîn a Bokanê û Helmet kurê Mihemed xelkê gundê Qeregolî a devera Çemê Mecîdxan a Bokanê, bi destê hêzên rejîma Îranê hatin girtin.

Ew 4 lawên Kurd di heyamê çend rojên borî de hatine girtin û bo mekaneke nadiyar veguhastine û ji çarenîvîsan wan 4 kesane hêj tu agahiyek ber dest nine.

Li gor ramarên hatinî bilavkirin, di heyamê 9 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî, 832 hemwelatiyên Kurd ji aliyê navendên Elehî yên rejîma Îranê ve hatine bangkiirn û ceza bi ser wan de hatiye sepandin.