Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê welatiyên kurd bo hepsxaneya Mihabadê hatin veguhastin

14:12 - 7 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Navenda Îtilatê ya rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Mihabadê 3 welatiyên Kurd binçavkirin û bo girtîxaneya wî bajarê şandin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 3’ê Çileya Paşîn a 2015’an, hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê sê hemwelatiyên Kurd ku pêştir bi zîndana tezîrî hatibûn mehkûmkirin, girtin û bo girtîgeha Mihabadê veguhastin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa nasnameya wan sê kesane bi vî cirî eşkere kir: Ehmed Xalindî temen 26 salî, Êdrîs Ezîzîpûr û Sefîn Hacî Remezanî temen 23 salî û xelkê gundê Qere Qişlaqa ser bi devera Şarwêrana Mihabaê ne.

Raporta han bas ji wê yekê dike ku ew 3 welatiye Kurde pêştir jî her yek ji wan bi 2 salan girtîgeh tezîrî hatibûne mehkûmkirin û di wan dawiyane de ew cezaye ji aliyê dozgeriya pêdeçûna parêzgeha Urmiyê ve hatibû tekezkirin.

Êdrîs Ezîzîpûr û Sefîn Hacî Remezanî û Ehmed Xalindî meha Gulana sala 2014’an hatibûn girtin ku bi danîna wesîqe serbest bibûn.

Çend roja berî niha 4 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên navenda Îtilata Miyandabê û 3 xwendekarên Kurd li Tehranê ji aliyê hêzên Îtilatê ya rejîma Îslamî ya Îranê hatin girtin û tu agahiyek ji çarenivîsa wan 7 ciwanên Kurd ber dest nine.