Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pişikdariya nûnerê PDKÎ di rêûresma xelata şerefê ya neteweya Feranse bi Sînem Bedirxan re

18:15 - 7 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Xusro Ebdulahî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Feransê di civîna dana nîşana şerefê ya gelê Feransê bi xanima Sînem Bedirxan ku di mala Dr. Firêdrîk Tîso de bi rêve çû, beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, bi gazîkirina fermî ji PDKÎ, Xusro Ebdulahî nûnerê PDKÎ li Feransê, di rêûresma ku bo dayîna nîşana şerefê ya gelê Feransê bi xanima Sînem Bedirxan li bajarê Parîsê û li mala Dr. Firêdrîk Tîso konsolê giştî yê pêşîn ê Feransayê li Herêma Kurdistanê bi rêve çû, beşdarî kir.

Bêrnard Koşnêr, Wezîrê Karê Derve yê pêşîn ê Feransayê û Dr. Firêdrîk Tîso konsolê giştî yê pêşîn ê Feransayê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê dewleta Feransê ve ew rêûresma birêve biribûn.

Rêûresm bi pêşkeşkirina peyamek ji aliyê Dr. Firêdrîk Tîso li ser jiyan û çalakiyên xanima “Sînem Bedirxan” û malbata Bedirxaniyan dest pê kir.

Piştre Dr. Koşnêr nîşana şerefê ya gelê Ferensayê pêşkeşê Sînem Bedirxan kir.

10268.jpg


Sînem Bedirxan çendîn salan mamostaya zimanê Feransî li derveyî welatê Feransê û li welatê Sûriye û Îraqê bûye û bav û mamê wê jî xizmeteke gellek mezin bi zimanê Ferendî kirine.

Di vê rêresmê de serbarê beşdariya keç û nevî û zawayî Sînemê, hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên Kurd û Feranseyê ku hevalên navborî bûn, pişikdarîkirin.

Dr. Kendal Nezan, serokê Enistîtoya Kurd li Parîsê, xanima Nesrîn Qasimlo hevjîna şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo, xanima Pirofîsor Juyîs Bilaw mamostaya ziman û wêjeya Kurd, Kirîs Koçira rojnamevan, nivîskar û Kurdnas, xanima Îdît Koçira rojnamevan û wênegir û xaton Fêrda xan ji wan kesayetiyane bûn ku di vê rêûresmê de pişikdarîkirin.

10273.jpg


Nîşana şerefê ya gelê Feransê, cuda ji Feranseviyan, bi kesên din ku di vî varî de xizmetên pîroz yên binirx bi wî welatî weke (Azadî û Demokrasî) kirin e, li ser daxwaza serkomarê bi wan tê pêşkeşkirin.