Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran 3’emîn girtîxaneya rojnamevanan û mezintirîn girtîgeha jinên rojnamevanan e

19:30 - 11 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Welatên Çîn, Îrîtire û Îrana jêr destilatdariya rejîma Îslamî bi rîz 29, 28, û 19 rojnamevanên girtî, zaftirîn rêjeya rojnamenivîsên girtî tê de ne.

Rejîma Îranê cuda ji rêjeya sêyem, mezintirîn zîndan e bo jinên rojnamevan di cîhanê de.

Di wê pêwendiyê de, 66 peyamnêr di sala 2014’an de li seranserê cîhanê hatine kuştin.

Amara refandina peyamnêran di heyamê yek sala borî de, ji seda 37 bi berhevdan ligel sala 2013’an bilin bûye û 119 peyamnêr refandin e.

Sala borî 853 rojnamevan hatine girtin û tekez li ser vê tê kirin ku 178 rojnamenivîs di girtîgehan de ne.

Rejîma Îranê jî wek yek ji mezintrîn zîndana rojnamevanan ji aliyê RWB ve hatiye ragehandin.

Niha 58 rojnamevan û weblagnivîs di girtîgehên Îranê de ne ku 25 kes ji wan di heyama salekê de hatine girtin herwiha di heyama hikûmeta Rûhanî de 14 rojname û saziyên ragihandinê bi awayekî dayimî yan demkî hatine tiqûfkirin.