Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kebûdvend di du daxuyaniyan de terora “Dr. Qasimlo” û terora dewletî bi tundî mehkûm kir

22:24 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Mihemedsidîq Kebûdvend, Berpirsê Saziya Berevanî Ji Mafên Mirovan a Kurdistanê, di peyamekê de terorkirina şehîd “Dr. Qasimlo” ji aliyê rejîma Îranê ve bi tundî mehkûm kir.


Deqa daxuyaniya Kebûdvend ev e:


22’ê Pûşperê bibîranîna terora “Dr. Ebdullrehman Qasimlo” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û roja han weke roja mehkûmkirina terorîzma dewletî li Kurdistanê hatiye binavkirin.
Di weha rojekê de dewleta ku li hember birêvebirin û berhevkirina xwastên rewa ên xelkê Kurdistana Îranê bê şiyan mabû û bi piştgirêdan bi gişt rêkarên totalîter û tund û tûj, rêberê yek ji bibandortirîn û bihêztirîn partiya tevgera xelkê Kurdistanê, wate PDK Îranê li cihê got û bêjên aşitîxwazane xist ber destrêjê bi vê hêviyê ku xwast û daxwazên rewa ên xelkê Kurdistanê tevî termê di xwînê de sûrbûyî yê “Dr. Qasimlo” bispêre axê, lê wusan lênehat û wusan jî lê nahê.
Ez Mihemedsidîq Kebûdvend weke girtiyek Kurd, wan çend dêrane di demekê de dinivîsînim ku seba nerazîtî li hember binpêkirinên maf û cudahiyên qewmî, regezî û mesebî bo ser girtiyên Kurd, min gireva birçîbûnê girtiye.
Her di vê pêwendiyê de bi navê “Saziya Berevanî Ji Mafên Mirovan a Kurdistanê”, terora xebatkarê azadîxwaz, demokrasîxwaz û mafxwazê Kurd “Dr. Ebdullrehamn Qasimlo” 23 salan berî niha weke cinayetek dîrokî, nehêja û mehkûm û terorîzma dewletî bi gişt çiqên wê ve ne cihê pasawê, red û mehkûm dikim.

Mihemedsidîq Kebûdvend
Berpirsê Saziya Berevanî Ji Mafên Mirovan a Kurdistanê

Tehran Girtîgeha Êvînê

29’ê Hezîrana 2012’an

Herweha birêz “Kebûdvend”, di peyamek din de terora dewletî mehkûm kir


Deqa peyama duyem:

Her weke ji gişt aliyekê re eyan e, di heyamê du sê dehikên derbasbûyî de û piştî terora “Dr. Ebdullrehman Qasimlo”, Rêberê PDK Îranê û di dema dan û sitandinên destkird li Vîena paytextê Otrîşê, Cighhirê wî “Dr. Sadiq Şerefkendî” jî li Birlîna paytextê Almaniya ketin ber gulleyên terorîstên navdewletî û eva jî di halekê de bû ku “Sidîq Kemanger” yek ji rêberên “Komele”ê jî bi wî awayî bû gorî.
Di wî heyamî de terorîstên dewletî di hundir û dervey sînoran dest bi terora rêberan, fermnade û şoreşgêrên Kurd kirin, sedan kes bûn armanca terora korkorane, helbet li hundirî welat bi awayek din li terorîzma navdewletî naskirî bi “dermanxwerîkirin”a hin ji rêberên “Millî – Mesebî” ên Kurd bo mînak Ehmed Muftîzade li girtîgehê û hevfikrê wî li Erdebîlê û Mela Mihemed Rebî’î li Kirmaşanê û kesên din ji wan teroran nehatin parastin.
Bi navê “Saziya Berevanî Ji Mafên Mirovan a Kurdistan”ê, daxwaz dikim gişt vijdanên hişyar terora her kes û kesayetiyekê bi her hizr û mebest û bîr û bawereke siaysî, medenî û mesebî di roja 22’ê Pûşper – weke roja mehkûmkirina terora navdewletî li Kurdistanê mehkûm bikin.
Tehran, girtîgeha Êvînê

Mihemedsidîq Kebûdvend

Berpirsê saziya Berevanî ji Mafên Mirovan a Kurdistanê
27’ê Hezîrana 2012’an


23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo