Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Rejîma Îranê hewl dide kospan bixe ser riya yekgirtina Demokratê

18:05 - 14 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rojnameya Rûdaw di hejmara xwe ya 342’an de, hevpeyvînek tevî Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq bi piroseya yekgirtina Demokratê û herwuha xebata gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, lidar xist.

Deqa hevpeyvînê bi vî awayê ye:

Rûdaw: Pêngavên yekbûna herdu aliyên Demokratê gihîştin çi astekê?

M. Hicrî: Me pêşniyar kir ku bingeh û rêkeftinên kongreya 13emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ), bibin bingeh bo destpêkirina danûstandinên di navbera me de. Niha jî bo wê yekê di nava pêwendiyan de ne û biryar e ku di pêşerojê de polîtburoyên herdu partiyan bicivin.

Rûdaw: Di serdema ku tu sekreter bûyî, cudabûn derket. Gelo her di serdema te de wê yekbûn çê bibe?

M. Hicrî: Ev yek hêviya min e. Bêguman çawa wê jihevdûrbûnê xelk dilgiran kirin, ez wek berpirsekî ji hemûyan bêtir dilgiran bûm. Niha yekîtiyek ku li ser bingeheke rast were avakirin, hêviya min e û ew yek dikare bibe dermanê birîna cudabûnê. Em li ser daxwaza xelkê û bo berjewendiya tevgera azadîxwaza Kurdistanê dibin yek.

Rûdaw: Gelo hûn ji wê yekê ditirsin ku Hikûmeta Îranê nehêle hûn bibin yek?

M. Hicrî: Komara Îslamî ya Îranê neyareke me ya bihêz e, lewma ez berdewam tekez dikim ku naveroka civîn û pêngavên me di ragihandinan de neyên belavkirin, ji ber ku rêjîma Îranê bi cidî li dûr encamên nêzîkbûna me digere û hewl dide ku pirsgirêkan bixe nav danûstandinên me de.

Rûdaw: Partî û aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê bo yekîtiya we ti hewlan didin?

M. Hicrî: Her ji destpêka cudabûna me, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hewl didin ku em bibin yek, lê mixabin heta niha ev yek çênebûye. Niha jî ew partî û aliyên siyasî yekrêziya kurdan dixwazin û me ji bo yekbûnê pal didin, lê em bi xwe gihîştine wê baweriyê ku divê em bibin yek.


Rûdaw: Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xalid Ezîzî beriya demekê serdana Amerîkayê kiribû û ji Rûdawê re got ku, Washingtonê jê xwestiye ku herdu aliyên Demokrat bibin yek. Gelo Amerîka yan dewletekî din ev daxwaz ji we jî kiriye?


M. Hicrî: Heta niha Amerîka daxwaza wê yekê ji me nekiriye, lê hinek welatên Ewropî pêwendî ligel me kirine û daxwaza yekîtiyê ji me kirine.

Rûdaw: Piştî cudabûna we ji hev, di nava siyaseta we de jî cudabûnek derket. Gelo piştî yekîtiya we, ew yek nabe pirsgirêkek ji we re?

M. Hicrî: Eger em bibin yek û hêviya min bicîh were, emê li ser her tiştî biaxivin û hemû mijaran gotûbêj bikin. Ya girîng ew e ku em zanin piştî 35 salan, rêjîma Îranê ne dixwaze bi kurdan re lihev bike û ne jî mafên wan bide.
Tevî ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî hinek soz dabûn, lê ti guhertinek çênebû, ew wek neteweyekê mafên kurdan nas nakin û ti amajeyek bo çareseriya pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nîne. Ew danûstandinên ku di navbera kurdan û rêjîmê de jî hatibûn kirin, di çarçoveya ewlehiyê de bûn.

Rûdaw: Rêjîma Îranê, piştî ku digot partiyên Demokrat û Komele herifîn e, çima dîsan dest bi danûstandinan ligel wan partiyan kir?

M. Hicrî: Gellek sedem hene. Yek ji wan sedeman ew e ku rêjîma Îranê dixwaze pirsgirêkan di nav partiyên Rojhilatê de derxîne. Dibêje ku eger ez ligel aliyekî danûstandinan bikim, dê nakokî û arîşe di navbera aliyên siyasî de derkeve. Ji aliyekî din ve dibe ku rêjîm dixwaze tevgera sivîl ya ku niha li Rojhilat çêbûye, bêbandor bike.

Rûdaw: Derbarê wan danûstandinên ligel Hikûmeta Îranê, ti pirsgirêk ket navbera we û PDKê?

M. Hicrî: Tevî ku me çendîn hevdîtin ligel wan pêk anîne, lê heta niha me behsa wê mijarê ligel wan nekiriye, ku çima ew yek kirin yan behsa çi kirin.

Rûdaw: Komeleya Şoreşgêrî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê pêşniyarek daye we û çend partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê ku, hûn bihevra kongreyeke taybet bi Rojhilat li dar xin. Hûn wê yekê çawa dibînin?

M. Hicrî: Em yekgirtina Kurdan pêwîst dizanin. Wek çawa ji bo serketina Kongreya Netewî ya Kurd jî heman nêrîna me bebû, lê hêvî û daxwazî ligel rewşê cuda ne, ku em wek partiyeke siyasî divê wan cudahiyan bibînin.

Girîng e ku em zanibin piroje û nerîn heta çi astê derfeta bicîhanîna wan heye û me çiqasî hewl jê re dane. Wek me dît ku rê ji lidarxistina Kongreya Netewî re nehatibû vekirin, bi ser neket. Kongreya Rojhilat jî bi heman awayî ye.
Cudahiya ku di navbera partiya Komele  û aliyên Demokrat de heye, girêkek bû li pêşiya nêzîkbûna partiyên Rojhilat û heta niha jî me nekariye em wan girêkan bidin alî.
Carekê me hewl da ku eniyekê pêk bînin, lê em bi ser neketin, ew jî ji ber arîşe û pirsgirêkên ku bibûn sedema cudabûnê. Ez di wê baweriyê de me ku beriya girêdana kongreyeke wiha li Rojhilatê Kurdistanê, pêwîst e di serî de ew partiyên ku ji hev cudabûn e, bibin yek yan jî nêzîkî hev bibin. Niha rewşa hêz û aliyên siyasî ne ya wiqasî baş e ku mirov kongreyekê li dar bixe.

Rûdaw: Gelo ti guhertin bi ser pêwendiyên we ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatiye?

M. Hicrî: Pêwendiyên me bi PKKê re baş in û arîşe di navbera me de nebûn, lê piştî ku bihara sala borî em ligel Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik li Qendîlê civiyan, pêwendiyên me germtir bûn û heta niha gellek caran şandên PKKê serdana me kirine û rewşa kurdan ligel me gotûbêj kirine.

Rûdaw: Vê dawiyê şandeke PKKê hatibû serdana we û behsa Kongreya Netewî kiribû. We çi bersiva wan da?

M. Hicrî: Wan behsa zindîkirin û amadekariyên Kongreya Netewî kir. Em jî ligel nêrîna wan in, lê girîng ew e gelo ev biryar û hizir dê bibe pratîk yan na. Min di civîna yekem a Kongreya Netewî de ku li Selahedînê (Hewlêr) çêbû, gotibû ku mezintirîn bela û astengiya li pêşiya Kongreyê, hejmûnxwazî ye. Mixabin me dît ku wisa jî lê hat û heta niha jî her wisa ye. Heta partiyek bixwaze rêya partiyeke din kifş bike yan jî beşeke Kurdistanê bixwaze ji bo beşekî rê û rêçkê kifş bike ev rewş dê bidome û hewlên bi vî rengî bi ser nakevin. Em dixwazin Kongreya Netewî di xizmeta neteweya kurd de be, hemû bi mafekî vekhev beşdarî Kongreyê bibin û Kongre bi çavekî li hemû beşên Kurdistanê binêre. Lê ez di rewşa niha ya Kurdistanê de vê yekê nabînim û me ji PKKê re jî ev got. Em hêvîdar in ew derfet çêbibe. Eger aliyek bixwaze Kongreyê ji bona xwe bikar bîne wê çaxê dê serkeftî nebe, eger tiştekî wisa bike jî wê çaxê nabe Kongreya Netewî dibe kongreya partiyekê tenê.

Rûdaw: Silogana kongreya we ya 14emîn, ku zêdetirî 6 sal berê hat lidarxistin, “girseyîkirina xebatê” bû. Gelo we karî hûn wê siloganê bi ser bixin?

M. Hicrî: Eger mirov şert û rewşa ewlehî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê ye û ew zora ku li ser xebatkarên kurd heye bîne ber çavên xwe mirov dikare bêje xebat li wir heta astekê bûye girseyî. Niha gellek sazî û navendên sivîl û NGO hatine avakirin û gel her derfetekê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe bikar tîne. Jixwe di heyama çend rojên borî de li hinek bajaran welatiyên bi mebesta piştevaniya girtiyên siyasî yên kur li Ormiyê, dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar û bazarê.

Rûdaw: Lê dibêjin pêwendiyên we bi çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê re tine, ev rexne çiqasî rast e?

M. Hicrî: Divê destpêkê em pênaseya çalakvanên siyasî û sivîl bikin. Li gorî we, çalakvanên siyasî yên kurd ew kes in ên ku her derfetekê ji bo ragihadina daxwaziyên gelê kurd bikar tînin û hewla pratîkirina wan didin. Em jî pişta wan digirin, em dixwazin wan bihêz bikin. Xebata çalakvanên sivîl jî ne tenê li dijî partiyan nîne heta ew û partî hev temam dikin. Helbet bi awayekî eşkere ev piştevanî tine, ji ber ku eger wisa bikin dê rastî zora navendên ewlehiyê yên dewletê. Hinek kes jî hene ku bi navê çalakvanên siyasî di dema hilbijartinan de derdikevin û hinek tiştan dikin û dixwazin komara îslamî demokratîk nîşan bidin û ji rêjîmê re propaganda dikin, em wan mîna çalakvanên siyasî nabînin.
 
Rûdaw: Alîkarê Serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên etnîkî, mezhebî û olî de Elî Yûnisî, di heyama borî de bi komek çalakvanên siyasî yên kurd re civiyabû. Gelo encam û hedefa wan civînan çi bû?

M. Hicrî: Ji dema ku Rûhanî bûye serokomar û Yûnisî ew kursî wergirtiye ve heta niha du civîn hatine kirin. Civînek bi wan aliyên ku jê re dibêjin Bereya Yekgirtî ya Kurd û ya din jî bi komek çalakvanên Mehabadê re hatiye kirin. Ji ber ku niha li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên sivîl pêş ketiye komara îslamî dixwaze bi wan civînan wisa nîşan bide ku mijûlî çareserkirina pirsgirêka kurd e.
Sala pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Îranê tên kirin, ji bo wê jî dixwazin ew sozên ku dabûn gel ji bîra wan bibin û wisa nîşan bidin ku heta niha jî hewl didin sozên xwe bînin cih da ku dengên gel bikşînin aliyê xwe. Ji ber wê jî ez wan civînan mîna propagandaya hilbijartinan dibînim. Ez bawer nakim Rûhanî sozên xwe bicîh bîne ji ber ku heta niha gellek caran soz dane xelkê lê rewşa kurdan her ku çûye xirabtir bûye.

Rûdaw: Gelo ti planeke we heye ji bo ku hûn bandorê li ser hilbijartinên Parlamentoya Îranê bikin?

M. Hicrî: Me di civînên xwe yên dawiyê de behsa wê yekê kir ku divê em li ser hilbijartinan bisekinin lê me heta niha biryar nedaye ka helwesta me dê li hember hilbijartinan çi be.

Rûdaw: Gelo hûn baş dibînin ku car din fraksiyona parlamenterên kurd li Parlamentoya Îranê ava bibe?

M. Hicrî: Belê, em hez dikin li parlamentoyê yan li her cihekî din dengê kurdan were bihîstin û behsa zor û zilma li ser kurdan bê kirin.

Rûdaw: Rewşa tevgera kurd li Rojhilatê Kurdistanê çawaye, pêşve diçe yan paşve?

M. Hicrî: Ruxmî hemû zor û givaşa ku li ser tevgera kurd heye ji hemû demekê zêdetir pêşve diçe. Helbet nabe mirov zêde bala xwe bide ser tiştên ku rûve tên dîtin, girîng ew e ku di bin de gel ji bo nîşandana nerazîbûnê amade ye û her derfetekê ji bo vê yekê bikar tîne.

Rûdaw: Daketina nirxa petrolê dê bandorekî li ser pêşeroja Îranê bike?

M. Hicrî: Rewşa aborî ya Îranê roj bi roj xirabtir dibe û rêjeya bêkariyê jî pir bilind bûye. Nirxa nan ku pêdiviyeke serekî ya xelkê ye, nêzîkî %40 zêde bûye. Li gorî şêwirmendekî Xaminêyî, rewşa aborî ya Îranê xirabtir bûye, helbet ev rewş dema dorpêçên aborî jî li ser Îranê rabin, jî dê bidome. Vêca bi daketina nirxa petrolê rewş dê hîn jî xirabtir bibe. Îranê ji ber daketina nirxa petrolê ketiye panîkê û roj bi roj rêjeya derxistina petrola Îranê, ji ber ku xirabiya rewşa bîrên petrolê û nebûna teknolojiya nûkirina wan bîran, kêm dibe.
Ew pereyê ku Îran ji firotina petrolê divê bidest bîne, nagihîje destê dewletê, çimkî welatên mîna Hîndistan, Rûsya û Çînê li şûna pere û dirav, kelûmelan didinê. Ev jî dibin sedema kêmbûna dahata Îranê. Ji aliyekî din komara îslamî gellek pere ji bona hinartina şoreşa îslamî bo derveyî welêt bi taybet li Sûriyê xerc dike, pişta Hizbullaha Libnanê û Hemasa Filistînê û hinek komên din digire. Ev jî aboriya Îranê dixe rewşeke zor.

Rûdaw: Gelo îhtimal heye ji ber arîşe û kirîza aborî, li Îranê serhildan çêbibe?

M. Hicrî: Belê, îhtimala wê yekê heye. Rast e hinek kes her tişt xistine destê xwe û wî welatî milkê xwe dizanin, gendeliyê dikin û xelkê dikujin lê gelên Îranê ne mîna gelê Koreya Bakur e ku rêjîm bikaribe wan bixe nav qaliban. Gelên Îranê nerazî ne û dema nerazîbûn zêde bibin gel vê rewşê qebûl nakin. Dê rewşek wisa çêbibe ku êdî xelkê amade ye xwe bide kuştinê jî çimkî êdî jiyan ji bo wan namîne.