Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 2’ê Rêbendanê li bajarên Kurdistanê çalakî hatin kirin

19:55 - 18 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Evîndarên rêbaza demokratê bi hinceta 22’ê Şibatê 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê li bajarên Kurdistanê çalakiyên berfireh birêve birin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, tekoşerên riya azadiyê û rêvîngên rastîn yên demokratê bi hinceta salroja damezrandina Komara Neteweyî – Demokratîk a Kurdistanê bi destê pêşewayê nemir Qazî Mihemed bi birêvebirina çalakiyên telîxî bi bajarên Kurdistanê de ev roja weke rojeke dîrokî bilind nirxandin.

Mehabad
Endamên PDKÎ li bajarê Qaziyan bi bilavkirina CD û tiraktên tayîbet bi vê rojê, roja salvegera Komara Kurdistanê bilind nirxandin.

Ghomirka jêr û jor, Ferhangiyan, Mehmûdekan, Beharistan, gimtika Qazî, dola kirwîşkan, şehrek, ferecî, zeviyên şaredarî, kolanên pişt bazarçeya esxerî, mecbûrava, xûroava, sarmbeg, taxa ermeniyan, kolana Mamlê, meydana heyîwanan, berê şîlan, bal medrisê, pişt banka millet û Molriyan, nav wan cihên ku çalakî têde hatine kirin.

Merîwan
Xebatkarên demokratê li bajarê Merîwanê bi hinceta salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi bilavkirina tirakt û poster, nivîsîna siloganên pêwendîdar bi vê roja dîrokî ev roja bilind nirxandin.
Mekanên ku çalakî tê de hatine kirin: Xwendingeha Beyîheqî, Kewser, baxê park û bazara dînar firoşan.

Herwuha endamên PDKÎ bi riya Mesacan pîrozbahî ji welatiyên Kurd kirin û li çendîn cihan alaya pîroz a Kurdistanê bilnd kirin.

Rebet
Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Rebetê bi boneya 2’ê Rêbendanê 69’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê yekemîn dewleta modern di Rojhilata Navîn de çalakî birêve birin.

Her piştî çalakiya endamên demokratê li vî bajarî, hêzên rejîma Îslamiya Îranê rijiyane nav bajarê û bi temamî ev bajara milîtarîze kirin.

Şino
rêvîngên riya şehîdan û rêbaza PDKÎ li bajarê Şino bi hinceta 2’ê Rêbendanê 69’emîn salvegera Komara Kurdistanê li çendîn kolan û tax û mekanên v bjarî de çalakî birêve birin.