Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hinceta 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê didome

20:03 - 19 Kanûna Paşîn 2015

Kudistanmedia: Endamên PDKÎ li tax, kolan, bazar û mekanên dever û bajarên Kurdistanê bi boneya 2’ê Rêbendanê 69’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê çalakiyên berfireh birêve birin û ew roja dîrokî bilind nirxandin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmdia, bi hinceta 22’ê Çileya Paşîn 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, evîndar û wefadarên rêbaza demokratê li bajarê Kurdistanê de bi awayên cur ba cur çalakî birêve birin.

Bokan
Xortên demokratê di roja damezrandina Kurdistanê de tirakt û posterên taybet bi vê rojê li gellek tax û kolanan de bilavkirin ku ew helwêsta pîroz bo cihê dilxwşiya welatiyên vî bajarî.

Mehabad
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li paytextê Komara Kurdistanê de 2’ê Rêbendanê roja salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên berfireh dilê welatiyên vî bajarî geş kirin.

Pîranşehr
Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya damezrandina Komara Kurdistanê li gund û tax û kolanên bajarê Pîranşehrê de çalakîkirin û ev roja dîrokî bilind nirxandin.

Şino
Li gundê Gunde wêle ya ser bi bajarê Şino endam û alîgirên PDKÎ bi hinceta salvegera avakirina Komara Kurdistanê çalakîkirin.