Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê agir û rojê ji pêxemberê aşitîyê re

14:40 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

1536.jpg


Sefye Xalidî

Îro , ah û nalêne dilê min ...
Îro, bi agir û keser dikalêne dilê min
Rengê çavên min, rengê şeva çuna te ...
Agirê dilê min wek agirê evîna te
Serê şefeqa sibê ,esman qêrîn kir û heya êwar xwîn dibarand
Şaş mam rengê çavê min bû rengê şeva çuna te
Tu çuyî û sêvî mam û bin barek giran,
Çar aliyên min gurên zikbirçî û marin, natirsim ji jehra mar û diranên gur
Tirsa min ji bê emegiya dinê ye
Çi bê rehmane, Azadiya min bir, cerg û hinav ker kir, berda canê min agir
Bangî kê bikim û kê daxwaz bikim
Min tu nas kirî û têr nedîtî, bêriya te kir
Ketim nav xeyalên valla, Axx..me çi bi serê xwe kir
Dizanim tu nayê û te nabînim, tenê hiştim û çuy di nav kolanên xerîbiyê
Tu çûy da bistirim şev û roj ey hewaaar mixabina wan şûnpêyên te, ey hewaaar
Mixabina ew dengê te, baranê jêbir û bahozê dûr xist
Wegere, hatina te xewna min e ... ji bîr nakim hêsirên ku ber êşa min te barandin
Ji bîr nakim şevên hişyar û rojên pir li keda te
Sulên te bi cih mane lawik got wa dayê mezin bûme sulên bavo kêrî min tên
Tizbiyên te ber pencerê diciriskin, qîz dibêt wa dayê binêre tizbiyên bavo min bedev dikin, çi ji gerdena min tên
Te hemû derd û elem bo min hiştin bi çuna xwe...
Te got Kurdistan delala min diçim avê bînim, ji benda min be
Te got Kurdistan şîrîna min diçim çira bînim şev tarîye, benda min be
Gelik dem derbas bûn û tu nehatî
Esman bi hêminî digiriya û roj xeyidî û istêrkan mal barkiribûn… min nezanî çima!
Cîranan bangî hev dikirin: Gelo wezaniye Kurdistan bi lêvên xwe ên hişk û bi rukê xwe yê roj nedîtî bê sîber ma ..!
Gelo wezaniye dîsan ji mala Kurdan talan rabû...!
Serê min gêj bû û rengê çavê min bû rengê şeva çuna te ..
Heyf û mixabin êdî şûnpêyên te nakevin ser sînga welatê min
Ah..sîbera ser serê zarokên min tu nehatî hîna jî hevcehiya zarokan bi te heye..bêhna zarokên welatê min bi te tê
Hinav şewitîn ji dûrîya te ...dem dicing, dewran diçin lê bêhna te her maye,
Şalûl û bilibilan, şilêr û beybûnan jî bêriya te kiriye
Birîna dil kûre, lê xeyalên te ên bihên cih,
hêdî hêdî, gav bi gav…
Lê tu hêmin be hîna zarokên ku bi nan û ava te kom kirî bi hêminî dijîn...
Çi heq gotiye “Şivan Perwer”: Ey hekîm, li dîroka me, her car xwîn ê were ziman, lê yê xilas bibe Kurdistan
Yê her sal werin ref bi ref, keç û bukên Kurdan, bikin şahî û bikin dîlan, bêjin tucar namirin şehîdên Kurdan.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo