Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Salane 4000 rûniştiyên gundan bo bajar koç dikin

15:20 - 22 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Di parêzgeha Urmiyê de salane 4 hezar rûnişvanên gundan ên vî parêzgehê koç dikene bajaran.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, barkirina welatiyên gundan bo bajaran li parêzgeha Urmiyê bûye sereketirîn pirsgirik di vê parêzgehê de ku di varê aborî, wêjeyî, siyasî û civakî de bibe astengî û ziraran digîjine.

Li gor raporta nûçegihaniya hundirê Îranê û piştgirêdan bi amarên fermî, berpirsê amara parêzgeha Urmiye ragehand: Koç kirina rûniştiyên gundan bo bajar berdewam zêde kiriye û ewa bûye kirîz û heta niha tu hewlek bo pêşîgirtin ji koçkirin hemwelatiyan nehatiye dayîn.

Her di wê pêwendiyê de, cêgirê avedankirina karûbarê gundên Urmiyê derheq bi barkirina rûniştiyên gundan bo bajar got ku ew koçkirina roj ligel rojê zêdetir dibe.

Gorî serhejmariyên fermî yên Îranê, sala 1375’an a Rojî, nifûza gundên parêzgeha Urmiyê serbarê zêdekirina nifûza giştî a parêzgehê, milyonek û 181 hezar û 159 bo 971 hezar û 505 kes jorde hatiye ewa jî bi wateya vê yekê ye ku heyamê wan 15 salane de 209 hezar û 654 kes li gundan koçkirine bajarên parêzgeha Urmiyê.

Sereketirîn sedema koçkirina rûniştiyên gundan bo bajar bêkarî, belengazî, kêmiya av, nebûna îmkanat, nebûna xwendingeh û nexweşxane û nebûna rê û banan digere.

Berpirsên rejîma Îslamiya Îranê serbarê piştrast kirina pirsgirika rûnştiyên gundan, tu hewlek bo çareserîkirina vê pirsgirikê nadin.

Kêmbûna nifûza gundan, nemana hêza ektîv li gundan, pevçûyîna nifûza gundan, guherîna nifşa gundan, linavçûyîna cotkarî û guherîna xwazaya gundan dibe encama koçkirina gundiyan bo bajaran.