Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 69’emîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê li bargeha PDKÎ de bilind hat nirxandin

18:55 - 22 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêûresma 22’ê Çileya Paşîn, 69’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li bargeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Koyê de bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 22’ê Çileya Paşîn a 2015’an, rêûresma 2’ê Rêbendanê, 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi pişikdariya endamê rêberî, kadr, pêşmerge û malbatên PDKÎ û mêhvanan li bargeha Polîtbîroya PDKÎ di Koyê de bi rêve çû.

Di destpêka rêûresmê de bi pêşkeş kirina marşa neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre bi riya rêveberên pirogiramê ve desteya birêvebirina rêûresmên PDKÎ bixêr hatina mêhvanan hatkirin.

Di pirgeya din a rêûresmê de Kerîm Perwîzî endamê Polîtbîroyê PDKÎ bi hinceta 69’emîn salvegera Komara Kurdistanê çend gotin derheq vê boneyê pêşkeş bi amadebûyan kir.

Piştî axaftina Kerîm Perwîzî, Kora Mûzîk a PDKÎ sirûdeke şoreşgirane pêşkeşkirin.

Piştre peyama hevpar ya Yeketiyên Ciwanan, Jinan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Rojîn Behramî ve hat xwandin.

Piştî xwandina peyamê, stranek ji aliyê Kora Mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkeşkirin.

Pexşanek bi navê Tavgeya Rêbendanê bi boneya salvegera Komara Kurdistanê ji aliyê Cemal Fethî ve hat xwandin.

Kora Mûzîk a Partiya Demokrat a kurdistana Îranê sirûdeke şoreşgirane pêşkeşê amadebûyan kir.

Rêûresma 69’emîn salvegera yekemîn komara Kurdî ku sala 1945’an (1324’an a Rojî) li Mehabadê bi destê Pêşewa Qazî Mihemed hat avakirin û heya 11 mehan domand, bi govend û dîlan bi dawî hat.