Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdullhekîm Xedam: Hiloşîna bilez a rejîma Beşar Esed di berjewendiya dever û cîhanê de ye

15:25 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Endullhekîm Xedam, Cihgirê Berê Yê Serokkomarê Sûriyê di got û bêjekê li gel televîzyona “Elerebiye” de got: Hiloşîna bilez a rejîma Beşar Esed di berjewendiya dever û cîhanê de ye.


Navbirî bi pêdagirî li ser hewcehiya guhertina rejîma Esed, ji civaka cîhanî daxwaz kir ku piştevaniya nîzamî ji xelkê Sûriyê bikin.

Xedam got: Piştevanî û pirrçekkirina şoreşiyên Sûriyê di pêxema hiloşandina rejîma Esed de, êdî hewcehiyek bilez tê zanîn, bi taybetî ku niha saxtara rejîmê tûşî xesaran bûye û hêzên rejîma Esed yekîtî û yekparçeyiya xwe bi xirabtirîn awa ji dest dane.
Cihgirê berê yê “Hafiz Esed” di pêwendî li gel hewcehiya êrîşa nîzamî ji aliyê civaka cîhanî ve bi armanca hiloşandina rejîma Esed got: “Gerek alîkariya nîzamî ji dijberên rejîmê re bihê kirin ku deverên zêde ên bajarên Sûriyê bixe jêr konterola xwe.”
Wî got: Piştî ku hejmarek zêde a efser û jeneralên paye bilind ên rejîma Esed ji Erteşa wê rejîmê cuda bûn, niha rejîma “Beşar” hovane dest bi tund û tûjî û komkujiyan kiriye ku dijberên nîzamî tepeser bike û di riya ewlehîkirina rewşa Sûriyê de pirsa wî welatî bi qazancê xwe çareser bike.
Kesê duyem yê rejîma Sûriyê yê dema Hafiz Esed bi amajekirin bi cudabûna jeneral “Menaf Tellas” got: “Vijdana nîştimanheziyê a gişt nîzamiyên Sûriyê hêdî hêdî hişyar dibe. Cudahiya “Menaf Tellas” derbek kartêker bû ji cesedê rejîma Esed ket.”
Ebdullhekîm Xedam di dawiyê de got: “Beşar Esed dîktator e û ji çarenivîsa dîktatorên berî xwe di cîhana Ereban de îbret wernegirtiye.”
23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo