Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Eşo çû ber dilovaniya xwedê

15:13 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Nivîskar û Zimanzanê Kurd Wezîrê Eşo roja Înê li welatê Biljîkê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Înê 23’ê Çileya Paşîn a 2015’an, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng, Wezîrê Eşo di temen 81 saliyê de li bajarê Biruksêl a paytextê welatê Biljîkê wefat kir.

Mamosta Wezîrê Eşo sala 1934’an, li bajarê Tiblîsê paytextê Gurcistanê ji dayîk bûye, xwendina xwe ya destpêkî her di gundê xwe bi navê Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) dest pê kiriye.

Navborî sala 1958’an li zanîngehekî Ermeenistanê de beşa dîrokê tewaw kiriye û salên 1958-1961’an weke serokê dibistana gundê xwe - Pampê (li devera Axbaranê) mijûl bûye. Salên 1961-1963’an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa Kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, herwusa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.

Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî da ji sala 1958a û vir da hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd da jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandinê.

Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : « Mizgînî » (Yêrêvan, 1976); « Xebera Dosta » (berevoka novêlên nivîskarên Ermenî bi pêşgotin û wergera ser Kurdî); « Dengbêj kal bibû » (Yêrêvan, 1983); « Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî » werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; « Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; « Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî da » (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; « Pariyê Berdemayî » (Hewlêr, 2008) ; « Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo » (Ararat News Publishing (ANP-Belçika-Bulgaristan, 2010) ; Zargotinzanê Kurd yê mezin » (bi Ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; « Simoyê Şemo: Jîyan û Kar » (bi Kurdî, Yêrêvan, 2013).

14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên Kurd û Ermenî bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê.

Bilî wan gelek gotar û raporên wî yên bi tayîbetî ser pirsên Kurdzaniyê û ser Kurdzanan, ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Ewropayê û Herêma Kurdistanê ya Fîderal da bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eşo beşdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.
Weke rojnamevan-redaktor Wezîrê Eşo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir da deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê da hatine weşandin, di malperên kurdî da hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana Kurdên Sovyêtistanê ya çandî. Em îdî derheqa wan komêntar, şirove û nivîsên wî da nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê usa jî ermenî û rûsî, hatine weşandin.

Wezîrê Eşo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêşxistina wêjeya Kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên Ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana Kurdî û qehremanên Kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd. Bi wergera wî her wisa jî Kurteromana nivîskarê Rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê « Têmûr û Koma wî » beşa pirtûka fêran ya « Zimanê Kurdî » ya kirêstomatîk da ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirinê.

Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) da yên ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî. Du şanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên « Tîgran û Mehmûd » û « Koçekê Derewîn » hatine amadekirinê (çêkirinê). Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê « Remo, Şemo, Temo û lawik » çend salan ser sehna (dika) Têatiroya Elegezê ya Kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandanê.

Wezîrê Eşo piştî 14 roja ku di nexweşxanê de ma, roja Înê 23’ê Çileya Paşîn a 2015’an, jiyana xwe ji dest da.

Diyar: R