Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima civak ew qas navên cur bi cur li keç û jinan dike

15:30 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Perî Raşîdiyan

Di vê babeta kort de ez dixwazim ku îşare bi hindek gotin û kiryaran bikim ku di nav civaka me de rojane têne dîtin, lê bi tewahî wekî tundûtîjî têne hesibandin.

Civaka her neteweyekê hindek norm û urf û edetên tayebt bi xwe hene. Em her di destpêka jiyana xwe de, fêrî hindek gotin û kiryaran dibin, ku otomatîk di mêjiyê me de têne tomarkirin.

Em hemû dizanin ku di nav civaka me de hindek gotin û kiryar hene, ku di esla xwe de tundûtîjî di hemberî jinê de ne, lê em yan xwe serve nabin, yan jî em nizanin ku ew kiryar û gotin nebaş in.

Civak gellek navan li jin û keçan dike. Li hemû civakan de, her wisa ye, çi di civakên pêşkevtî de, yan jî di wan civakên paşkevtî de.

Jin û keçên kurdan navên cur bi cur hene. Ew nav li herçar parçeyên kurdistanê têne gotin. Bo nimûne: pito, pitê, afret...hwd.

Wekî kirayar jî, gellek tişt di nav civaka me de hene ku ew qas normal in ku çi sînoran nas nakin. Wê hizrê bikin, dema ku du mêr ligel hevûdu şer dikin, yekemîn tişta ku dibêjne hevûdu, bêrêzî ye bi xûşk, dayîk û hevjînên hevûdu. Yan dema ku mêr dibêjne hevûdu, ku here tu jin î, ez xwe nakim hevalê te, dema mêr dibêjin ezê simbêlên xwe bitiraşim. Em hemû şahîdê wan gotin û kiryaran bûne.

Gellek caran hekî bav yan dayîkek mehta keça xwe bike, dibêjê kurê min, helbet ewê jî ez bêjim ku gellek caran mebest ew nine ku keçan bi wan gotinan bişkênin. Belkû berevajî mebest ew e ku mehta keçan bikin. Ji ber ku kur statuyek zêdetir û bilindtir ji keçê di nav civakê de heye. Bav wê gotinê bi kar tîne.

Helbet ez vê yekê jî bêjim ku ew rexne hemû mêrên Kurd di nav civaka me de nagirin, bi xweşî ve hene hinek mêr û kurên ciwan, ku xwe ji wan urf û edetan diparêzin.

Di civaka Norwêjê de her çiqas ku welatiyek pir pêşkevtî û modern e, û mafê wekheviyê di hemû warî de, hekî %100 jî nehê parastin, lê ji %90 pitir tê parastin, lê dîsan jî hinek peyv hene, ku jinên Norwêjî pê nexweş in ku bibihîzin. Bo nimûne: Vennen min (lawo), skjaering (pîrek), jenta min (hevala min).

Ew gotin û kiryarane ku mirov di hemû civakan de dibîne, bandora nigatîv û nexweş didanin ser hindurê keç û jinan, û wê baweriye di mêjiye wan de ava dike, ku tu mirovekî ze’îf û netewaw î. Kesayetiya jinan tê şikandin, û nebaweriyek pirr bihêz li cem wan çê dibe. Ji aliyekî din ve, mêr xwe xwediyê eqlê tewaw dibîne, û wî mafî dide xwe ku kontirola mejiyê jinê bi dest bîne.

Ez li ser vê bawerê me ku di civaka me de, cuda ji şoreşa rizgarbûn ji dest zordariya dagîrkeran, me Kurdan şoreşên din jî, di pêşiya xwe de hene.
Diyare ku guherîna kultur û urfên paşkevtî pirosesek pirr dûr û dirêj e. Lê hekî em bixwazin, em dikarin guherînkariyê di hinek waran de, li gotin û kiryarên xwe de çêbikin.