Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2’ê Rêbendanê li Navend 3’a Kurdistanê hat pîroz kirin

15:36 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi beşdariya hejmareke zaf ji rêberayetiya PDKÎ, li Navenda 3’a Kurdistanê rêûresma 69’emîn salvegera Komra Kurdistanê bilind hat nirxandin.

Li gor rapora Kurdistanmdia, roja Înê 23’ê Çileya Paşîn a 2015’an, rêûresma 2’ê Rêbendanê 69’emîn salvegera Komara Kurdistanê bi beşdariya Mesûd Tek sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûrê, kadr û pêşmerge û malbat û mêhvan û endamê rêberî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi rêve çû.

Di destpêka rêûresma 69’emîn salvegera Komara Kurdistanê de marşa neteweyî a Ey Reqîb hat pêşkeşkirin û deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê hat ragehandin.

Piştre Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ, çend gotinek bi boneya vê rojê pêşkeş kir.

Paşan sirûdeke şoreşgirane bi navê Her Kurd û Kurdistan ji aliyê Kora Mûzîk a Navenda 3’a Kurdistanê ve hat xwandin.

Herwuha Jîna Mokerem bi hinceta salvegera Komara Kurdistanê helbestek pêşkeş kir.

Ji aliyek din ve peyama Yeketiya Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Zekiye Sidîqê endama Heyeta Êcrayî a YJDKÎ pêşkeşê amadebûyan kir.

Piştre helbestek bi boneya 22’ê Çileya Paşîn 69’emîn salvegera Komra Kurdistanê ji aliyê Hikmet Nebîzade ve hat pêşkeşkirin.

Di dawiya merasimê de sirûdek bi navê Daye Here Cengê ji aliyê Kora Mûzîka Navenda 3’a Kurdistanê bi halîkariya Kora Mûzîk a PDKÎê hat xwandin.

Abîder. T