Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yeldayê û jidayîkbûna ronahiyê

18:17 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Hîwa Mîrzayî

Seva Yelda wekî dirêjtirîn şeva salê, bi sedema diyardeyên xwezayî ye, ku tê de, livlivînên rojê di heyama salê de, di dawiya Payîzê de, digihije nizimtirîn xala asoyî ya başûra rojhelat, ku dibe sedema kurtbûna mideha rojê, û dirêjbûna mideha tarîtiyê. Lê bi destpêka zivistanê, roj carek din ber bi bakura rojhelat vedigere, ku encama wê jî, dirêjbûna rojê, û kêmbûna heyama tarîtiyê ye.

Bi awayekî din ji destpêka havînê heya destpêka zivistanê, bi şev û roj, roj hindik xwartir ji cihên xwe yê pêşîn ava dibe, û di dawiyê de, rojavabûn di destpêka zivistanê de digihîje asta herî xwarê ya başûr.

Yelda ji peyveke Siryanî hatiye wergirtin û manaya jidayîkbûnê dide.
Eva diyardeyek xwezayî ye, û ji aliyekî din cihê girîngîpêdana netewe û akinciyên Îranê, û xelkê hin welatên din ên herêma Rojhelata Navîn bûye, û ew jî vedigere bo çend sedeman:
Yek ji wan sedeman vedigere bo awayên jiyankirina xelkê, wek tê zanîn di serdemên kevn de beşa herî zaf ya xelkê ji rêya çandinî û heywandariyê jiyana xwe derbaz dikirin, û di destpêka zivistanê de bo xelkê bi manaya bêhnvedan û mifahwergirtin ji berhemên çandiniyê bûye, û lewra di vê şevê de bi rêvebirina rêûresmekê rêz ji mandîbûna xwe digirtin, bi dilxweşî û hilkirina agir diçûne pêşwaziya demsala sir û seqem û befrê.

Sedemek din ya girîngîdan bi vê şevê, vedigere bo curek hizirkirinê, ku tarîtî û şev wekî sembola ehrîmen bûye, û xelk bo berberekaniya di hemberî dirêjtirîn şeva salê de, li derdora hevûdu kom dibûn, û bi baskirina çîrok û xwarin û vexwarinê ev şeva han derbaz dikirin, û bi awayekî xwastine ku bi ser ehrîmenê de zal bin.

Şeva Yeldayê li kurdistanê û aliyê neteweya kurd ve, hertim cihê giringîpêdanê bûye, û ev şeva han, ji aliyê kurdan ve bi “şeva Çile” hatiye naskirin, û ew jî tevî neteweyên din bi nexşandina sifreyan û kombûn li derdora hevûdu, û bi baskirina çîrok û pêkenîn û xwandina helbestan ev şeva han bi xweşî derbaz kirine.

Lê serbarê vê ku şeva Yeldayê dîrokek e bo kurdan, ji dîtingehek din ve jî, cihê girîngîpêdanê ye, û ew jî eva ye ku şeva Yeldayê hevdem e tevî şeva jidayîkbûna pêxemberê aştiyê, û mamostayê dêmokrasiyê, û azadîxwazê Kurd şehîd Dr. Qasimlo.

Dr. Qasimlo li şeva Yelda di sala 1930 (1309)’an di malbateke xwedî milk di yek ji gundên bajarê Urmiyê de, bi navê gundê Qasimlo de ji dayîk bû, û her di serdema ciwaniya xwe de, jiyana xwe bo doza kurd û bidestveanîna mafên rewa ên Kurd terxan kir, û di sala 1971 (1350)’an bo mideha 18 salî wekî sekreterê giştî yê PDKÎ roleke berbiçav di vejandina xebata eşkere ya PDKÎ de hebû. Serdema sekreteriya Dr. Qasimlo yek ji geştirîn qonaxên xebata neteweyî demokratîk ya gelê kurd li rojhelata kurdistanê bûye.

Şeva Yelda ji serdema Xebata xwînawî û dijwar ya wê demê ya PDKÎ ve heya niha, di binkeyên PDKÎ de bi rêve diçe, û eva jî nîşaneya bawerbûn bi kulturekê ye ku PDKÎ bawerî pê heye, û ew jî kultura xweşî û pêkenîn, û rêzgirtin ji jiyan û hêvîdarbûn bi pêşerojê ye.

Kultura xweşî û pêkenînê kulturek e ku desthilatdarên komara Îslamî hertim dijbrê wê bûne, û hertim rêgir in ji birêveçûna vê boneyê ku tê de, xelk ji derdora hevûdu kom dibin, û bi dawet û xweşî û şadî dixwazin demê derbaz bikin.

Lewra em dibînin ku di mideha desthilatdariya komara Îslamî de, hem di ragehandin û hem jî di perwerde û fêrkirinê de, bangeşe bo kultura şîn û girî û xemokiyê dikin, û ew yek bûye sedem ku Îran di serjimêriya sala 2013’an a “SDSN”’ê de, di nav 156 welatan de ku bo keyfxweştirîn û xemoktirîn welatên cîhanê hate encamdan, pileya 115’ê bi dest ve anî.

Herçend di vê lêkolînê de, zaf pêwerên din wekî aborî, tenahî û tiştên din berçav hatine girtin, lê bêşik ev kultura ku komara Îslamî bangeşeyê bo dike, bandorek zaf li ser rewşa hundirîn a Îraniyan heye.

Şeva Yelda bo Kurdan bîrhînerê kesayetî û dîroka xebata kesekî ye ku demokrasî û rêzgirtin ji mirov û bidestveanîna mafên xwe, kire binemaya xebata xwe, û heya dawîn dilopa xwîna xwe pêdagir bû li ser kurdbûn û mafên xwe.

Ev şev hêma û sembola zalbûna ronahiyê ye bi ser tarîtiyê, û jidayîkbûna Dr. Qasimlo wekî stêrkek geş ya neteweya kurd, hertim dibe rêz jê bê girtin, û di şeva Yeldayê de, nifş bi nifşê Kurdan hevdem tevî birêvebirina boneyên vê şevê, rêz ji rêbaza fîdakarî û xebata Dr. Qasimlo digirin.