Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuqman Mêhfer

18:26 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Birêz Kuqman Mêhfer: “Dr. Qasimlo gote min, min jî pêştir di Yekîtiya Lawan de kar dikir, û piştre tevlî refên hizbê bûm”.

H: Arif Vêlzî

Birêz Luqman Mêhfer kurê Xurşîd, sala 1964 (1343)’an li gundê Mela Îsa ser bi herêma Deştebêla Şinoyê hatiye dinê. Ew şeş bira û çar xûşk in, ku tenê xûşkek ji wî biçûktir e. Navbirî di destpêkê de bi vî awayî bas ji serdema xwendina xwe ji me re kir:

“Di dema xwendinê de ez dersxwanekî jîr û zirek bûm, û di hemû qonaxên despêkî û nawendî û paşnawendî de, ez dersxwanê herî baş bûm, û min çendîn xelat ji aliyê rêvebiriya perwerdehiyê ve wergirtine, û heta di qonaxa nawendî de jî, ez yek bûm ji wan dersxwanên ku di xwendingeha Padigana Celdiyanê de, me xelat ji destê serokwezîrê wî çaxî yê rejîma Paşatiyê, wate Ebas Howêyda wergirt.

Di qonaxa despêkî ya xwendinê de, min beşek di gundê Mela Îsa, û beşek din jî li xwendingeha gundê Sofyanê, û qonaxa nawendî jî li xwendingeha Şeşê Behmen li Padgana celdiyan û paşnawendî jî di xwendingeha Koroş a bajarê Nexedê, û qonaxa zanîngehê jî piştî 18 sal veqetiyan ji xwendinê, li zankoya Selahedîn li Hewlêrê bi dawî anî. Min beşa yasa xwend, û niha jî ez parêzerê şêwirmend im”.

Birêz Luqman Mêhfer weha bas ji nasyariya xwe digel PDKÎ kir: “Hevalekî min gote min ku sibê (11.12.1357) xwe amade bike, emê herin bajarê Mihabadê, û PDKÎ wê tekoşîna xwe ya eşkere rabigehîne, û serokê PDKÎ wê ji bo xelkê baxive. Min jê pirsî gelo ma pêştir ev hizba hebûye? Wî gote min, ma te ji bavê xwe nebihîstiye ku basa serdema Pêşewa Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê dikir, û bi xwe jî yek ji fermandarên wê Komaraê bûye, min jê pirsî, gelo ma eva çîrok bû ku bavê min bas dikir, yan rastî bû? Wî jî bi çavên pir ji rondik ve got, belê rastî bû.

Em çûne bajarê Mihabadê û şehîdê nemir Dr. Qasimlo dest bi axavtina xwe kir. Xelkekî zaf li wir kom bibûn, Dr. Qasimlo got, bi koriya çavên dijminên Kurd, PDKÎ piştî 32 salan qedexebûnê xebata xwe ya eşkere radigehîne. Piştî wê peyrew û pirogirama PDKÎ bi ser xelkê de hate parvekirin, û di nava xelkê de bas, basa PDKÎ bû.

Di Cozerdana sala 1979 (1358)’an de, heyetek Deftera Siyasî hate cem me, ku ew jî birêz Mistefa Hicrî û birêz Celîl Gadanî bûn. Wan Yekîtiya Lawan di gundê Sofyanê de damezrandin û ez bûme berpirsê Yekîtiya Lawan di Sofyanê de. Piştî şerê Sê Heyvî, konfirans li Nelosê de hate girtin, û di wê konfiransê de min bi nûneratiya Yekîtiya Lawan axavtinek kir, û di dema bêhnvedanê de Dr.Qasimlo destxweşî li min kir û gote min, min jî pêştir di Yekîtiya Lawan de kar kir, û piştre tevlî refên hizbê bûm. Piştre me bi hevûdu re, çend wêneyek girtin”.

Navbirî ji me re bas kir, ku di şerê sê heyvî de beşdarî kiriye: “Di dema şerê sê heyvî de, em di binkeyên hizbê de bûn, û me di şeran de beşdarî dikir, lê di rastî de hêza pêşmerge piştî girtina bajarê Mihabadê paşekêşe kir, û hêza pêşmerge wê demê xwe rêk û pêktir kir. Wê demê min bi awayekî rasterast tevî sê kesan bi navên Rehman Kerîmî fermande hêz, şehîd Rehman Sofîzade û Mihemed Kurdnijad (Elî Pîrejin) kar dikir”.

Birêz Luqman Mêhfer bîreweriya xwe ya xweş ya serdema pêşmergatiyê weha ji me re anî ziman: “Dema Ku Xumêynî nameya servekiriî ya şehîdê nemir Dr. Qasimlo qebûl kir, û hikûmet û hizb ketine nav gotûbêjan de, û pêşmerge vegeriyane nava bajaran, û ji aliyê xelkê ve hatin pêşwazîkirin, ew roj roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya min e”.
Navbirî jî wekî hemû pêşmergeyên din, bîreweriyên nexweş di pêşmergatiya xwe de hebûne, û weha bas ji bîreweriyên nexweş dike: “Mixabin bîreweriyên ne xweş, gellek in.

Dûrketin ji xwendinê, şehîd kirina hevalên herî nêzîk, ji dest dayîna herêmên azadkirî, girtin û îşkencekirina kes û karên min, û girtina bavê min yê 90 salî, ev hemû bireweriyên herî tal û nexweş in, lê bîreweriya herî nexweş şehîdkirina Dr. Qasimlo û piştre jî şehîd Dr. Şerefkendî bû”.

Luqman Mêhfer weha bas ji jiyana xwe ya hevpar ji me re kir: “Di sala 1983 (18.07.1362)’an û di heyva “berevanî ji azadî û hebûna gelê Kurd” de, min digel keçekê bi navê Xecîc Lahîcanî jiyana hevbeş pêk anî. Min 5 keç û kurek hene, bi navên Qdir, Şilêr, Kinêr, Gelawêj, Beyan û Kanî ku her hemûyan zanîngeh bi dawî anîne, û Kanî jî di pola sê ya nawendî de ye”.

Di dawiyê de birêz Luqman Mêhfer ew peyama bo ciwanên Kurdistanê hebû: “Peyama min bo xelkê Kurdistanê ew e ku herwekî caran xweragir û hêvîdar bin, dev ji xebat û tekoşînê bernedin, û herwekî rêberê nemir Dr. Qasimlo dibêje: “Xelkê Kurdistanê Kelhek in, ku kadr û pêşmerge di nav vê kelhê de, erkên neteweyî û nîştimanî yên xwe hene, lewra dibe em li ser vê rêbazê berdewam bin. Mixabin îro rojê ciwanên welat di çarçoveya enfala sipî de têne jinavbirin, ku ev jî Mu’tadbûna wan e, ku hesta neteweyî û şoreşvanî û kesatî û kerameta wan ji wan distîne.

Lewra daxwaza min ji dayîk û baban ew e ku di vî warî de hişyar bin û agehdarê zarokên xwe bikin”.