Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro Kûba, û siberojê Îran

18:29 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Îstivan Kênzîr, Aron Deyvîd Mîlir
Werger: Kêyhan Yusifê


Pêngavek ber bi paş, û pêngavek ber bi pêş ve. Tu kesî li koşka spî yan di wezareta derve de, ew hevoka li ser têkşikana siyasî ya Kûba, li derheq Amerîkayê bi kar neaniye.

Lê bêguman ew hevoka di dêna gellek ji xelkê Amerîkayê de cih girtiye. Bidawîhatina dijminatiya li gel Kûbayê tenê pêwendiya wê bi mafê mirovî ve nine, belkû dikare hêmaya desteberbûna tenahiyê bo wilayetên yekgirtî jî be. Niha pêkuleke zêdetir li ser rê heye: Avakirina pêwendiya me bi Îranê re.

Kûba û Îran di gellek warî de, wekhev in. Herdu jî xwediyê deshilateke serberedayî ne, û ji aliyê dîktatorên pîr ve têne rêberîkirin. Herdukan îdiaya şoreşeke îdeolojî hene.

Herdu welat di dawiya nîva duyemîn ya sedsala 20’î de, pêwendiyeke dijminkarane bi Amerîka re hebûne. Herdu welatan jî hemwelatiyên Amerîkayê bi dîl girtine. Herduk jî xwediyê nifûseke ciwan, xwedî enirjî û hezkerê Amerîkayê ne. Herdu welat jî ji hêla Amerîkayê ve hatine dorpêçkirin û ...hwd.

Yek ji qazancên herî mezin ên lihevkirina bi Kûbayê re, eva ye ku îmkana aloziyê di wir de kêm de dibe û perspektîveke rohn di hemberî pêvajoyeke demokrasîxwazane vedibe. Avakirina pêwendiyeke dostane bi Îranê re jî -ku ji bo Amerîkayê pirr girîng e, û aramiyê vedigerîne bo cîhanê- dikare bi vî rengî be. Hekî tişteke bi vî rengî rû bide, Barak obama dikare dema ku nivîsîngeha xwe bi cih dihêle, bêje ku ew di siyaseta siberoja xwe de gellek serkevtî bûye.

Dîrok dikare vê yekê wekî deskevteke mezin ya cîhanî di vê qonaxê de tomar bike. Pêşkevtina bidesthatî di vê hefteyê de cihê matmayînê ye, lê dikarî gellek balkêştir ba, hekî ew bûyer ji bo nivşeke pêştir rû daba.

Gellek kes ji nifûsa ciwan nikarin bînin bîra xwe yan bîninm berçavên xwe, ku Kûba yek ji deshilatên xwedîhêz ên cîhanê, û xwediyê pirojeya deshilatê di raserî cîhanê de bûye, herçend ku niha lawaz û hejar e.

Xelkê Kûba jî bi sedema pêwendiya baştir digel Amerîkayê qazancê dikin, û amerîkî di dawiyê de dikarin cixareyên Kûbayî bikirin, û li ser lêvarên Kûbayê de xwe rakêşin. Lê zêdetir ji pêkula di navbera van du welatan de, Venzuêla ku tenê hevalbendê rastîn yê Kûbayê ye, bi egereke zêde, ew dostatiya bandorê lê bike.
Avakirina pêwendiya dostane digel Îranê, dikare ku cudatir be. Bi xatircemî ve ev bûyera dikare siyaseta cîhanî serûbin bike, û herwisa çawan kêmkirina aloziya digel Çîn di dehka 1970’î de rû da. Îran mezintir û gellek girîngtir e ji Kûbayê. Ew welat di nav dilê herêmeke aloz ya cîhanê de hilketiye.

Beşeke zaf ji berjewendiya ewlehiya Îranê digel berjewendiya Amerîkayê di biyavekê de ye. Potansiyeleke aborî ya bihêz heye, ji dîtingeha jeopolîtîkê ve, alîkariya di navbera Kûba û Amerîkayê sînaryoyeke din e. Avakirina pêwendî û alîkarî digel Îranê, û bi gotineke din dikare cîhanê berbirûyê guherînkariyan bike.

Gotûbêj ji bo ber bi pêşvebirina gihîştin bi lihevkirinê bi Kûbayê re, û civîna digel Îranê li derheq pirograma navikî ya wî welatî, nikare pêwendiya rasterast bi hev re hebe. Serbarê vê yekê jî serkevtin di pirojeyeke biçûk de, dikare hêzeke nû ji bo serkevtineke meztir berhem bîne.

Lihevkirina bi Kûbayê re nîşan da ku mohreyên şetrenca cîhanî tenê di cihekî de cihgir nînin û dikarin cîbicî bibin. Wezîrê Karê Derve Can Kirî ragehandibû ku hêvîdar e serdana Kûbayê bike, eva dikare bûyereke dîrokî be, lê serdana Îranê dikare ji vê yekê girîngtir be.

Waneyeke din ku dibe em ji vê bûyerê hîn bibin, mijara hilbijartinan e. Hekî her yek ji rikeberên berê yên Obama - Con Mekîn yan Mît Ronî- di koşka spî de biban, bi xatircemî ve pêşkevtineke bi vî rengî di dîtingeha me de li ser heliyana cemeda pêwendiyan digel Kûbayê rû nedida.

Her demekê ku çînek xwediyê deshilateke aborî be, li pey deshilata siyasî jî, rejîma pîr ya Kûbayê niha bo ragirtina hevsengiyê digel kêşeyên micid berbirû ye, û hatiye ser vê baweriyê ku guherînkariyê di rewşê de pêk bîne, û renge hêz û şiyana xwe ya bandordanînê ji dest dabin.

Di derfeteke dûr de pêwendî digel Îranê dikare çêbe. Herwisa alîkariyek vê îznê dide me, ku ji bo berbirûbûna di hemberî tundûtîjî û terorîzmê di Rojhilata Navîn de, em zêdetir çalak bin, û Îranê neçar bikin, ku di lihevkirineke desteberkirî de, di warê destpêregihîştina bi çeka navikî poşman bikin, ku encama vê yekê jî zêdebûna ewlehiya herêm û cîhanê ye.

Çavkanî:
http//America.aljazeera.com
http: //foreignpolicy.com