Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî û rewşa kêmaniyên neteweyî û ayînî

18:30 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Arif Vêlzî

Di çend rojên borî û di şanoyeke bi guman de, ji aliyê rêkxirawên parêzerên mafên mirov yên Komara Îslamiya Îranê ve, “Molewî Ebdulhemîd Îsma’îlzihî” pêşnimêjê bajarê Zahidanê a ser bi Sîstan û Belûçistanê ku hevdem serokê zankoya herî mezin Suniyan di Îranê de ye, bi peykerê menşûra Koroş hate xelatkirin, û wekî çalakê mafê mirov di sala 1393’an de hate nasîn.

Herwisa hate ragehandin ku ew xelat rêzgiritine ji hewl û çalakiyê Mewlewî Ebdulhemîd di çend salên borî de, ku di pêxema pêkvejiyan û rêzgirtina di navbera qewm û aliyên curbicur ên ayînî û mesebî di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de daye.

Hevdem di gel vê şanoyê di rêûresmeke din û di şanoyeke xapînok ya din de, bi beşdariya Elî Yunisî şêvirmendê serkomarê Îranê ji bo karûbarên kêmaniyan û “Mihemed Husên Ebû Torabî” cihgirê serokê Meclîsa Şêvra Îslamiya Îranê perde li ser monomênta leşkerên Cihû yên bêserûşûnbûyî ên şerê heşt sale yên di navbera Îran û Îraqê hate vêdedan.

Eva di demekê de ye ku bi dirêjahiya bidestvegirtina deshilatê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi taybetî di çend salên borî de, di ragehandinên giştî de em guhdarî dikin ku Mewlewî Ebdulhemîd û endamên malbata wî di bin zexta herî zêde ya ruhî û derûnî de ne û berdewam û bi hêcetên cur bicur tenê seba vê ku çalakên Sunî ne, digel girtin û lêdan û îşkence û dûrxistinê berbirû dibin, û heya mafê derketina ji xaka Îranê jî, ji wan tê zewtkirin.

Ya eva ku di Îrana di bin deshilata Komara Îslamiya Îranê de, li derheq Cihûyan hatiye kirin, ew e ku ne tenê bi hemû awayekî hewla jinavbirina ayîn û çand û kultur û bi giştî asîmîlekirina wan hatiye dan û bi awayên herî hovane hatine îşkencekirin, bona vê ku xaka Îranê bi cih bihêlin, em dibînin ku bi sala ye ku Komara Îslamiya Îranê bi eşkere hewla jinavbirin û nehêlana Îsraîlê dide, ku wekî tenê welatê Cihûyan tê hesibandin.

Di rastî de binpêkirina mafê kêmaniyan, ku Komara Îslamî li ser hatiye avakirin, eva zêdetir ji sê dehikan e ku berdewam e û riya xwe dipîve.

Di ya herî nû de, û çend rojan berî niha serbarê girtin û kuştina çalakên Behayî di 35 salên borî de, “Ayetullah Mihemed Mosewiyê Bêcnordî” ku di esla xwe de Îraqî ye, û niha yek ji serkirdeyên “Civata ruhaniyên xebatgêr” û hevdem yek ji ruhaniyên bi nav rewşenbîr e ku ji bo nivîsandina piroje yasaya mafên hevwelatîbûnê yê deshilata Hesen Ruhanî daxwaza alîkariyê jê hatiye kirin, ragehand ku “Ne tenê Behayiyan mafê xwendin di Îranê de tuninin, belkû nabe mafê hevwelatîbûnê jî bidin wan”.

Ya eva ku niha pêleke berfireh ya bêhurmetiyê bi kêmaniyên neteweyî û mesebî di kanalên televîzyonî yên parêzgehan de dest pê kiriye, û tê de bi hemû awayekî hewla şikandin û kirêtkirina çand û kultur û dîroka neteweyên Îranê û bi giştî peyrewên ola Yarsan û Zerdeştî û Mesîhî û Cihû û...hwd tê de didin.

Herwisa bi giştî girtin û kuştin û şopandina çalakên ayînî û çandî û neteweyî, û diyardeya têzav dakirin û nebûna ewlehiya karî, canî û malî, û bêparbûna ji xwendinê û paşvemayîna herêmên curbicur ên Îranê û li serveyî hemiyan bidarvekirina zarokan û nûciwanan di vî welatî de belgeya haşahilnegir û îsbatkirî ya vê rastiyê ne ku Komara Îslamiya Îranê girtîgeha herî mezin e ji bo kêmaniyên neteweyî di nav Îranê de.

Lewra armanca Komara Îslamiya Îranê ji van cure şanogeriyan tenê û tenê, komkirina deng û xapandina kesên sade di navxwe ya Îranê û hevdem nîşandana rûçikeke demokrat û îroyîn e ji deshilata serkutkar û serbereday ya xwe ji bo welatên herêm û cîhanê, û dixwaze wisa nîşan bide ku dadperwerî û mafê kêmaniyên ayîn û mesebî û neteweyî di Îrana di bin deshilata Komara Îslamî de, bi tewahî parastî ye, û bi yek çav ku ew jî çavê wekhevî û hurmetê ye, li tewahiya ayîn û meseb û tuxmekê tê nihêrîn.

Lê bi xatircemî ve ew şanogeriyên deshilata wilayeta feqîh armancên xwe napêkin û bersivder nabin, jiber ku bo tewahiya welatên cîhanê û rêkxiraw û nawendên mafên mirovan li sertaserî cîhanê û bi taybetî rûniştiyên Îranê bi hemû pêkhateyên xwe ve rohn û eşkere ye ku Komara Îslamî yek ji wan welatên herî xirap ên cîhanê ye ji bo binpêkirina mafên mirovan û eva tenê pêkhateyên curbicur yên neteweyî û ayînî û mesebî yên akinciyê Îranê ne ku dikarin mil bi milê hevûdu û yekdeng li dijî vê deshilata serberedayî bisekinin, û biryarê li ser pêşeroja xwe û welatê xwe bidin.